img

Zilamê ku Mûteber Akbûlût qetil kir xwe wiha parast

AMED – Hasîp Akbûlût ku li navçeya Bismil hevjîna xwe Mûteber Akbûlût qetil kir, bi van gotinan “Armanca min ne kuştin, birîndar kirin bû” parastina xwe kir.
 
Hasîp Akbûlût (65) di 3’ê Mijdarê de li taxa Altiok a navçeya Bismilê, hevjîna xwe Mûteber Akbûlût (49) bi kêran kuşt. Îfadeyên Akbûlût ên dema binçavkirina li Amîriya Buroya Asayîşê ya Miduriyeta Polisan a Bismilê derketin holê. Li gorî girteka îfadeyan Akbûlût, bi van gotinan “Armanca min ne kuştin, birîndar kirin bû” xwe parastiye. Li ser pirsa ku ji qetilkirina hevjîna xwe poşman bûye ya na jî ev bersiv daye: “Ez nizanim ez poşman bûme ya na.”
 
‘PIRSGIRÊKA MIN A DERÛNÎ TUNEYE’
 
Akbûlût di îfadeya xwe de destnîşan kiriye ku pirsgirêkên wî yên derûnî tunene, 10 sal in di navbera wî û hevjîna wî de pirsgirêk hebune û angaşt kiriye ku ev nîqaşên di navbera wan de rê li ber tundiya dualî vekiriye. Akbûlût di berdewama îfadeya xwe de angaşt kiriye ji ber ku ew fikiriye hevjîna wi ew xapandiye, li ser nîqaşa di navbera wan de cînayetê pêk anîye û ev tişt gotiye: “Heta niha min ne neditiye û nebihîstiye ku hevjîna min, min xapandiye. Delîl û şahidek ku ez ji bo xapandinê li ser hevjîna xwe nîşan bidim tuneye.”
 
‘ARMANCA MIN BIRÎNAR KIRIN BÛ’
 
Akbûlût di îfadeyên xwe cînayetê bi xwînsarî vegotiye û diyar kiriye ku dema ku hevjîna xwe birîndar kiriye heta ku jiyana xwe ji dest daye gazî ambûlansê nekiriye û piştî ku jiyana xwe ji dest daye li polisan geriyaye û ev tişt aniye ziman: “Piştî kêrkirinê, ez ji xwe re sar bûm û min çixare kişand. Ji ber ku xwîn pejiqî bû ser min, min serçav û destê xwe şûşt û kincên xwe guherand. Armanca min ne kuştin, birîndar kirin bû. Hevjîna min e, xemgîn im lê ez nizanim ez poşman bûme ya na.”
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Siyasetmedar Ahmet Turk rakirin nexweşxaneyê

NAVENDA NUÇEYAN – Siyasetmedar û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku ji peyvirê …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir