img

Zarokê 16 salî ji aliyê pastarên Îranê ve hat îşkencekirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî nûçeya Kolbernewsê duh hêzên rejîma Îranê li herêma Pawe ya ser bi Kirmaşanê kolberekî 16 salî îşkence kirin û kolber bi giranî birîndar bû

 
Li ser sînorê di navbera rojhilatê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê de, li herêma Pawe ya ser bi Kirmaşanê hêzên Îranê kolberekî 16 salî îşkence kirin.
 
Li gorî Kolbernewsê navê kolberî 16 salî Mubîn Hisênî ye û xelkê Dûrîsan a ser bi Paweyê ye. Dema ku karê kolberiyê dike pastarên Îranê êrîş kirin û bi qûntaxeya çekê li zarok dane û giran birîndar kirine.
 
Piştî îşkenceyê leşkerên Îranê zarok rakirin nexweşxaneya Paweyê û niha di bin çavdêriya bijîşkan de ye û rewşa wî giran e.

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Du xwişk û birayên nexweş: Tedawî, derman û paqijî tuneye

MÊRDÎN – Girtiyê nexweş Haşîm Gezer ê di Girtîgeha Xarpetê de, diyar kir ku dibin …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir