img

Xwendekarên Qamişlo: Me nekujin!

QAMIŞLO – Ji bo şermezarkirina komkujiyên li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên meşandin û herî dawî komkujiya Til Rifetê, xwendekarên bajarê Qamişlo meşek li dar xist û pankartên “Me nekujin” hildan.
 
Xwendekar û mamosteyên Qamişlo ji bo şermezarkirina êrişên Tirkiyeyê ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiya ku di 2`yê Kanûnê de li Til Rifetê pêk hat û 8 jê zarok 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, meşek li dar xist. Endamên partiyên siyasî jî amade bûn. Xwendekaran wêneyên kesên di komkujiya Til Rifetê de hatin kuştin rakirin û pankartên “Xwîna zarokên me di qirika we de ye”, “Kanê rêxistinên mafên microvan”, “Kurd bangewazên aştiyê ne” û “Şehîdên me rûmeta me ne” hildan. Meş ji pêşiya Çerxerêya Şehîd Rûbar li aliyê rojavayê bajarê Qamişlo ber bi Dibistana Lîwa li taxa Siyahî û heta Stada Şehîdên 12`ê Adarê meşiyan û li kêleka Komseriya Koçberan li taxa siyahî rawestiya. Li pêşiya komseriya koçberan daxuyaniyek bi navê Yekitiya Xwendekaran û saziyên perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi zimanê kurdî ji aliyê endamê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê; Rêzan Hemo û bi zimanê erebî ji aliyê endama Komîteya Jinan di perwerdeyê de Henan Iniz ve hate xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye: “Tiştê ku di 2`yê Kanûna 2019’an de li Til Rifetê pêk hat ku hezaran malbatên koçberan ji Efrînê lê dimînin, şermeke li ser rûyê mirovahiyê, ev kiryar di hemû zagon, olan û qanûnên mirovî de nayê qebûlkirin, ev yek bi biryara Erdogan ku pêk hat.” Bi navê yekitiya xwendekar û saziyên perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxuyaniyê êrişên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û bêdengiya navneteweyî li dijî tiştê ku Tirkiyeyê de şermezar kir.
 
Meş bi dirûşmên silavkirinê bi dawî bû. 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Li Panosê 9 kes hatin binçavkirin

AGIRÎ – Li gundên Panosê cendirmeyan bi ser gundan de girt û 9 welatî binçav …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir