img

Xwendekaran li dijî rêzefîlmên Tirk belavok belav kirin

SILÊMANÎ – Xwendekarên Zanîngehê, duh belavokên li dijî rêzefilmên Tirkî li Bazara Silêmaniyê belavkirin. Xwendekaran îro jî li Zanîngeha Silêmaniyê belavok li xwendekaran belavkirin.
 
Xwendekarên zanîngehê belavokên bi navê “Çand û exlaqê civaka xwe diparêzim, rêzefilmên Tirkî boykot dikim” li wargeha giştî ya Zanîngeha Silêmaniyê belavkirin. Xwendekara Beşa Werzîşê ya Zanîngeha Silêmaniyê û endama Rêxistina Çand û Hunerê ya Nûwêger Serwîn Elî belavok li xwendekarên din belav kirin û ji xwendekaran xwest ku tevlî boykotê bibin. Têkildarî belavokên ku xwendekaran eleqeyek baş nîşan da, Serwîn Elî ji agahî dan Ajansa ROJNEWS’ê û diyar kir ku armanca wan hişyarkirina civakê ye. Serwîn Elî bal kişand ser bandora neyînî ya rêzefilmên Tirkî û wiha domkir: “Rêzefilmên Tirkî wekî vîrûsekê ketine nava malan. Dewleta Tirk bi rêka van filman gelê Kurd bi jehrê dixe. Divê em êdî dawî li vê yekê bînin.”
 
Serwîn Elî da zanîn ku boykotkirina rêzefilmên Tirkî erkek exlaqî û pîroz e û divê herkesek li gorî vê erkê tevbigere.
 
Duh li bazara Silêmaniyê hatibûn belavkirin. Rêxistina Çand û Hunerê ya Nûwêger di çarçoveya boykota Tirkiyeyê ya êrîşan de, bi armanca boykotkirina rêzefilmên Tirkî, belavok amade kiribûn û banga boykota rêzefilman kiribû. Endamên Nûwêger duh li nava Bazara Silêmaniyê 3 hezar belavok belav kiribûn.

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Siyasetmedar Ahmet Turk rakirin nexweşxaneyê

NAVENDA NUÇEYAN – Siyasetmedar û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku ji peyvirê …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir