img

Xeşikî û xemla payîzê li gundê Saldaxê ye

DERSIM – Bi hatina demsala payîzê re li gundê Saldaxa navçeya Pertagê hemû xweşikiya rengan li ber çavan e. Gelek xwezahez û wênegir diçin serdana gund. 

Bi hatina demsala payîzê re rengê xwezayê diguhere û pel ji daran diweşin. Gundê Saldaxa bi ser navçeya Pertaga Dersimê ve xweza veguheriye rengên xweşik. Gundê Saldaxê dîmenên rengîn û xweşik ên payîzê xemilî ye. Li jora dîmenên xweşik ên payîzê li ser çiyayan berf barî û rengê berfê û xweşikiya payîzê dîmenek xweşiktir raxist ber çavan. 
 
Her sal xwezahez û wênegir diherikin gundê Salaxê û bi kêfxweşî li dîmenên payîzê temaşe dikin û wêneyan digirin. Xweşikiya dîmenên payîzê ji dawiya meha cotmehê dest pê dike û heta nîvê meha mijdarê didome. 
 
Welatiyên tên serdana gund di nava xwezaya xweşik û hewaya xweş a vê xweayê de digerin û dibêjin ku xweza aramiyê û kêfxweşiyê dide wan. 
 
XWEŞIKIYEK BÊHEMPA 
 
Ji yên meşa xwezayê amade dikin Perîxan Soylemez diyar kir ku di hefteyekê de ev bû cara duyem e ku tên serdana gundê Saldaxê û xweza li vir xwedî xweşiyek bêhempa ye. Soylemez anî ziman ku gundê Saldaxê gelek rengên xweşik dihebîne û rengên mîna kesk, sor û zer li vir dibin rengên dîtbariyek xweşik. Soylemez da zanîn ku xweza aramiyê û kêfxweşiyê dide wan û dibêje divê her kes biçe gundê Saldaxê bibîne. 
 
3 DEMSAL TÊ DÎTIN 
 
Ji xwendekarên bi navê Boran Demîr û Yilmaz Dogukan Pala yên beşdarî gera xwezayê ya li gundê Saldaxê bûn jî kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin sê demsal payîz, havîn û bihar bi hev re li gund tê dîtin. 
 
MA / Semra Turan
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Ekolojist: Em ê têkoşîna xwe ya li dijî krîza avhewayê bidomînin

ENQERE – Ekolojîstan xwestin li dijî krîza avhewayê li Enqereyê mîtîngê li dar bixin. Lê …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir