img

Wekîlê HDP’ê ji doza KCD’ê 6 sal û 3 meh ceza xwar

AMED – Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul, ji ber di Komîsyonabaweriyê ya KCD’ê de cih girt 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê xwar. 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Antalyayê Kemal Bulbul ji ber di Komîsyona Baweriyan a Kongreyea Civaka Demokratîk (KCD) de cih girt û xebatên KCD’ê meşand, 6 sal û 3 meh ceza xwar. Danişîna doza Kemal Bulbul li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de parêzer Cafer Koluman, anî ziman ku li gorî xala 83’an a Destûra Bingehîn destnedayîna muwekilê wî heye û xwest darizandina muwekilê wî bê rawestandin. Prz. Koluman, anî ziman ku Bulbul wê demê Serokê Komeleya  Pir Sultan Abdal bû û rêberê qeneata Eleviyan bû û wiha got: “KCD’ê li ser bingehê zagonî webat dikir. Tu xebatên derzagonî yên KCD’e tune ye û xwest muwekilê wî beraet bike. 
 
DADGEHÊ 6 SAL Û 3 MEH CEZA BIRÎ
 
Heyeta dadgehê jî bi îdeaya “Endamtiya rêxistinê” li Bulbul 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî. Dadgehê piştre biryar da ku biryara ceza bişînin meclîsê û Wezareta Dadê. 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

MED TUHAD-FED’ê rapora salê ya binpêkirinên mafan ên li girtîgehan eşkere kir

AMED – MED TUHAD-FED’ê derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan raporek amade kir. Di raporê …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir