Wê droneyên mîna çûkan baskên xwe hene bên çêkirin

Di du gotaran de yên li kovarên Sîence û Sîence Robotîcs hatin weşandin, drone wê mîna çûkan karibin bifirin.

Ji profesorên Zanîngeha Stanfordê Davîd Lentînk ku nivîskarê gotaran e, diyar kir ku wan di lêkolînê de kadavrayên kevokan lêkolîn kirine. Lentînk got, ji bo baskên modela drone ya bi navê “PîgeonBot” 40 perîkên rastî bi kar anîne.

Li gorî gotaran, armanc ji vî karî ew e ku drone mîna çûkan xwedî bask bin û karibin tiliyên xwe yên lingan bi kar bînin.

Pispor dixwazin liv û tevgera baskên çûkan tevî droneyan her wiha di karên tip û feza-hewakariyê de bi kar bînin.

Nuçe/Foto: ANF

Herwiha Check

Tê payin ku rêjeya kanserê li welatên xizan zêde bibe

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyarî da ku kanser êdî di asteke bilind de tê …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir