img

Waliyê Xarpêtê: 2 jê giran 225 birîndarên me hene

 
 
 
XARPÊT – Waliyê Xarpêtê Çetîn Oktay Kaldirim, got: “225 birîndarên me hene. Ji birîndaran 2 jê rewşa wan giran e”. Wezîrê Çavkaniyên Enerjiyê Fatîh Donmez jî got: “Li devera erdhej lê çê bûye, li hin cihan ceryan qut bûye”. 
 
Waliyê Xarpêtê Çetîn Oktay Kaldirim, derbarê erdheja li Xarpêtê daxuyanî da. Kaldirim, got: “Li navçeya me Madenê avahiyeke 5 qatî xera bûye. Liw ir 2 eks hatine xelaskirin. Niha jî di bin kavilan de 6 kes mane. Li navenda bajêr 4 avahî rûxiyane. Ekîb mudaxile dikin. Heta niha 6 kes ji bin kavilan hatine derxistin. Li gorî agahiyên ji me re hatine li navendê 2 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li gundê Ilincak ê Sîvrîceyê jî kesek jiyane xwe ji dest daye. Heta niha 3 kesan jiyana xwe ji dest daye. Her wiha heta niha ji bin kavilan 10 kes hatine derxistin”. 
 
Walî Kaldirim, got: “225 birîndarên me hene. Ji birîndaran 2 jê rewşa wna giran e”. ,
 
Her wiha Wezîrê Çavkaniyên Enerjiyê Fatîh Donmez jî got: “Li devera erdhej lê çê bûye, li hin cihan ceryan qut bûye”. 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Di depoyek Qamişloyê de teqîn: 2 welatî mirin

QAMIŞLO – Di encama teqîna li depoyek komkirina plastîkan ya li Qamişloyê de 2 kesan …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir