img

TJA li Rihayê dest bi amadekariyên 25’ê Mijdarê kir

RIHA – 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şideta Li Ser Jinê nêz bû. Aktivîsta TJA’yê Narîn Gezgor, destnîşan kir ku ew ê li hemberî êrîşên li ser jinan bi berxwedaneke mezin tev bigerin û bersiva êrîşan bidin. 

Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanyaya “Ji bo guherînê tu jî rabe ser piya” de, ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şideta Li Ser Jinê, bi dirûşmeya “Li hemberî şideta dewleta mêrî serm serî radiki” amadekariyên hin xebatan dike. Aktivîsta TJA’yê Narîn Gezgor, derbarê xebatên li Rihayê de hin agahî parvekirin. 
 
‘XWEREXNEKIRINA 5 SALAN’ 
 
Gezgor, anî ziman ku bi îktîdara AKP’ê re nexasim jî di 5 salên dawî de şideta li ser jinê zêde bûye û kampanayaya wan ji bo hatina cem hev a jinan xwerexnekirinek e. Gezgor, got: “Li ser vî asasî em ê li her gundî, li her tax û kuçeyê xwe bigihînin jinan. 4 meh in em van xebatan dikin. Sedema qetilkirina jinan ew e ku dewlet qanûnên xwe pêk nayne û bi polîtîkayên zayendîparêz welat bi rê ve dibe. Heta em dikarin bibêjin ku di nav vê pergalê de mêr jî nikarin bi awayekî azad bijîn. Ya ku dê rê li ber mêran vebike jî berxwedana jinê ye. Lê belê ji bo jin xwebirêxistin nekin êdîrş dikin.” 
 
‘EM BERXWEDANÊ ESAS DIGIRIN’ 
 
Gezgor, anî ziman ku jinên kurd rolên ji bo wan hatine fesilandin qebûl nakin û li hemberî vê berxwedanê esas digirin. Gezgor, diyar kir ku jinên kurd xwedî dîroka berxwedaneke ku ji bo hemû gelan û jinan mînak e. Gezgor, êrîşa DAIŞ’ê ya di sala 2014’an de li ser gelê êzidî pêk anî bibîr xist û got: “Jinên êzidî li dijî van êrîşan serî rakirin. Li Şengalê bi pêşengiya jinan serketineke çê bû. Her wiha di sala 2014’an de li Kobaniyê jî jinan bi berxwedanê bersiva êrîşên DAIŞ’ê dan. Hevrîn Xelef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin banê Partiya Pêşeroja Sûriyeyê de xebatên siyasî dikirin. Me dît bê çi qasî ji têkoşîna jinan, ji rêxistinbûyîn û siyaseta jinan ditirsin. Li dijî êrîşan jin bi berxwedaneke mezin tev digerin. Jin, li hemberî êrîşan rêxistinbûyîna xwe bilind dikin.” 
 
Herî dawî Gezgor, bal kişand ser xebatên TJA’yê yên li Rihayê û got: “Li Rihayê êrîş li ser jinan hene. Herî zêde li vira koçberiya karkerên demsalî heye. Her wiha ev der yek ji wan cihên ku herî zêde kedxwarî û fuhûş lê heye. Li ser vî asasî em jinên TJA’yî em ê bi jinan re li hev kom bibin, civînan çê bikin û bixebitin.” 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Li Şemrexê jin li dijî tundiyê li hev civiyan

MÊRDÎN – Li Şemrexê, jin bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir