img

Tevgera Azadî: Êrişa li dijî Şengalê dewama êrîşên DAIŞ’ê ye

ŞENGAL – Tevgara Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) êrişa Tirkiyeyê ku di 15’ê Çile de li dijî Şengalê pêk anî şermezar kir û banga helwestê ji hikûmetên Iraqê û Herêma Kurdistanê kir ku bi yekdengî li dijî êrişê bibin xwedî helwest. Tevgera Azadî destnîşan kir ku êriş dewama êrişên DAIŞ’ê ye.
 
Balafirên şer ên Tirkiyeyê di 15’ê Çile de li dijî gundê Dîgurê ya girêdayî nahiyeya Sînunê ya Şengalê de êrîş pêk anîn. Di êrîşê de Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî û Hemîd Şengalî, Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî jiyana xwe ji dest dan. Tevgara Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bi daxuyaniyek nivîskî êriş şermezar kir. Tevgera Azadî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Careke din dewleta Tirk a dagirker û faşîst Kurdên bawermendên Êzidî ên timî di nava berxwendanê û qurbandiyan didin ên Şengalê bi balafiran hedef girt. Di encamê de komkujiyek din a Êzidiyan û sûceke mezin li hemberî mirovahiyê tomar kir. Helbet di qonaxên berê de ji berî 5 salan ku dewleta Tirk dixwest bi riya DAIŞ’ê Êzidiyan tine bike, lê çawa di encama 72 fermanan de bi dawî nebûn, niha jî parastina hebûn, nasname û çanda xwe dikin. Bi piştgiriya hêzên parastina mirovahiyê ji qirkirinê rizgar bûn. Ya  cihê xemgiya dagirkeran bû, nekarina qirkirina Êzidiyan bû. Komkujî û qurbanîdan bû havênê avakirina sîstema demokratîk a xweser û dûr ji her destwerdan û girêdana aliyek ji derve re. Hêza xweparastinê ya ji keç û kurên Êzidî pêk dihat avakirin.”
 
Tevgera Azadî sîstema xweseriya Şengalê bi mînakek serkeftî ji bo hemû herêm din ên Iraqê û Herêma Kurdistanê bi nav dike û daxuyanî wiha berdewam kir: “Êdî ti hêz nikare kirin û firotinê bi keçên Êzidî bike. Di nava vê sîstemê de ne cihê gendeliyê dibe û ne jî kuştina jinan, ne jî dostaniya li gel dagirkeran. Herwiha dijberiya azadîxwazan jî cih nagire. Di modelek wiha de, mezin û biçûk, bi hêz û lawaz, piranî û kêmîne mijara gotinê nîne.”
 
Tevgera Azadî êrişa dewleta Tirk bi tundî şermezar kir û bang li rêveberiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê kir ku bi berpirsyartî bibin xwedî helwest û li gorî yasayên navneteweyî pêşiya binpêkirinên Tirkiyeyê bigirin ku bi bajahî û hewayî berdewam dike û heta ji ber 135 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û wiha bi dawî kir: ““Di heman demê de divê Yekîtiya Ewropa û rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê li ser vê mijarê bêdeng nemînin û bibin xwedî helwest. Bêguman ev êriş ne tenê li hemberî Kurdên Êzidî ne, êriş li dijî xeta xwe parastin û teslîmnebûnê ye. Êdî ev xet li Şengalê be, yan jî Kerkûk, Hewlêr û Silêmaniyê be, ji bo dagirkeran ferq nake. Ev êrişên dagirkeran temamkirina êrişên DAIŞ’ê ye. Lewma divê ji aliyê rêxistin, partî, rêxistin mafên mirovan û welatiyan ve bibin xwedî helwest û erka me hemûyane bibin xwedî helwest. Êdî helwesta lawaz nayê pejirandin. Daxwazê dikin ku li kolanan yekdengiya xwe bigihînin û bêjin êdî bese. Di kesayetiya Zerdeşt Şengalî de sersaxiyê ji gelê xwe, tevahiya azadîxwaz û malbatên şehîdan re dixwazin. Sozê didin ku şopdarê riya Mam Zekî, Şehîd Zerdeşt û tevahiya şehîdên riya azadiya Kurdistanê û mirovahiyê bîn.”
 
 
 
 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Li Edenê ciwanek din hat binçavkirin

EDEME– Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê yê Edenê Ferhat Sezgîn, di saetên nîvro de, di serdegirtina …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir