img

Serokwekîlê Koma AKP’ê ji ber bertekan twîtta xwe jê bir

ENQERE – Serokwekîlê Koma AKP’ê Bulent Tûran, li ser hesabê xwe yê medya civakî parêzerên ku dovîzên kurdî hilgirtibûn hedef nîşan da. Li ser bertekan Tûran twîta xwe jê bir. 
 
Serokwekîlê Koma AKP’ê Bulent Tûran, parêzerên ku li ber derê Edliyeya Enqereyê pêşniyarqanûna wan û MHP’ê ya guhertina pergala baroyan şermezar dikin û di destê wan de dovîzên kurdî hene, hedef nîşan da. 
 
Tûran li dijî parêzeran 2 twîttan avêt. Di twîtta destpêkê de Tûran ev tişt nivîsand: “Kesî bi qasî we xesar neda pîşeya parêzeriyê ya meqamê nûnertiya edalet û hiqûqê. Nûnertiya wî cubeyê ji hêrsa we bilindtir e. Gelo hê kesên ku tezmîn dikin derdê wan parêzerî ye hene. Xwelî li we be!”
 
JI BERTEKAN TWÎTTÊ JÊ BIR
 
Di twîtta duyemîn de jî Tûran, wêneyê parêzerên ku dovîzên kurdî di destê wan hebûn parve kir. Gelek kesan ji ber vê yekê bertek nîşanî Tûran dan. Li ser van bertekên li hemberî xwe Tûran, piştî demekê parvekirina xwe jê bir. 
 
Yek ji kesên ku bertek nîşanî Tûran da Endamê Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê Velî Saçilik bû. Saçilik, twîtta Tûran rettwît kir û ev tişt li ser parve kir: “Çima kurdî zora we çû? ‘Gelo Zimanê gelekî ‘Birayê hezar salî’ weke delîla sûc tê hesibandin?”
 
 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Li pêş nexweşxaneyê nobeta ‘Piştevaniya jiyandinê’

STENBOL – Malbatên parêzerên girtî Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal ên ji bo “darizandina bi …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir