img

Serokkomarî ji rewşa Aydogan a li hepisê mir agahdar bûye

MÊRDÎN – Birayê Emîne Aslan Aydogan a li Girtîgeha Rihayê jiyana xwe ji dest da Mahsum Aslan diyar kir ku wan rewşa tenduristiya xwişka xwe ji CÎMER’ê re nivîsandine û lê tevî serî li rayedaran dane jî meseleyê piştguh kirine û xwişka wî terkî mirinê kirine.

Emîne Aslan Aydogan a pêr li Girtîgeha Rihayê dima û rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da duh li Wêranşarê hat veşartin. Şaredariya Rihayê ambulansa cenaze neda malbatê û polîsan destûr neda mele biçe goristanê. Malbatê xwest li Qoserê şîna xwe deyne lê qeyûmê Qoserê mala şînê neda malbatê. Li ser vê malbatê şîn li mala xwe qebûl kir. Malbata Aydogan behsa rûbirûbûna muameleya li hember wan pêk hat kirin. 
 
‘DI BER SIKRATÊ DE WÊ RAKIRIN NEXWEŞXANEYÊ’ 
 
Birayê Emîne Aslan Aydogan, Mahsum Aslan (53) bi bîr xist ku xwişka wî endama Meclîsa Jinan a HDP’ê bû û di çarçoveya xebatên xwe yên siyasî de hatiye girtin û 8 sal û 7 meh cezayê hefsê lê birîne û salek û nîv bû girtî bû. 
 
Aslan diyar kir ku beriya xwişka wî jiyana xwe ji dest bide bi sivîkî nexweşînên wê hebûne û got: “Piştî xwişka min ket hefsê ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê serlêdan kir. Li revîra hefsê her tim hebên serêşê û derûniyê didanê û digotin ‘tiştek te nîne.’ Bi ser guhên xwe re diavêtin. Êdî xwişka min nikaribû tiştek bixwe û vexwe, bimeşe û çavên we nedîtin. Yanî ketibû sikrata mirinê. Pişt re rakirine nexwşexaneyê.”
 
Aslan da zanîn ku ji ber xwîşka wî nehat dermankirin her ku çû nexweşînên wê giran bûn û herî dawî nexweşîna ûr pê re peyda bûbû û got: “Heke di dema xwe de rakirina nexweşxaneyê belkî îro nemiriba. Ji ber ku bi sepanên kêfî dermankirina wê pêk nehat ev yek pêk hat.” 
 
AGAHIYA SEROKKOMARIYÊ JÊ HEBÛYE
 
Aslan anî ziman ku ji bo xwişka wî were berdan û li derva bê dermankirin serî li Navenda Ragihandina Serokkomariyê (CÎMER) dane û got: “Me ji Wezareta Dadê, Wezareta Karê Navxweyî û Serokkomariyê re daxwazname nivîsandin. Ji me re gotin bersiv dane hemû daxwaznameyên wan û heyet şandine û rewşa tenduristiya wê kontrol kirine. Lê tê xuyakirin ku gavek pratîk neavêtine û meseleya tenduristiya xwişka min piştguh kirine. Dewletê xwişka min terkî mirinê kir.” 
 
‘BI KELMÇEYÊ WÊ EMELIYAT KIRIN’ 
 
Aslan anî ziman ku heftiyek berê li gel rewşa xwişka wî giran bûye jî lê bi kelemçekirinê xwişka wî emeliyat kirin, esker li ber odeya wê bûne û got: “Ev li dijî mirovahiyê ye. Tu eleqeya vê zîhniyetê bi însaniyet û misilmaniyê re nîne. Divê beriya her tiştî bi însanî, wîjdanî û merhametî tevbigerin.” 
 
‘EM LI BENDA BERDANA WÊ BÛN LÊ AGAHIYA MIRINÊ DAN ME’ 
 
Aslan da zanîn ku li şûna berdana xwişka wî agahiya mirina wê wergirtine û piştî mirinê jî muameleya xerab li cenaze û wan hatiye kirin. Aslan got wan bi destê xwe gor kolandine û polîsan bi ser mala şînê ya li Qoserê de girtine. 
 
DAYIKA 83 SALÎ: MIN TIŞTEK WIHA NÛ DÎT 
 
Dayika Emîne Aslan Aydogan, Elîf Aslan (83) jî axivî û wiha got: “Heke însaniyet hebûya wê vê li me nekirina. Ev yek li dijî însaniyetê ye. Nehiştin ku nimêja cenazeyê keça min were kirin. Dema em dikevin sikratê mele li ber serê me hazir e û wezîfeya me ya dawî dike. Lê bernedan mele wezîfeya dawî ya keça min bike. Min di jiyana xwe de tiştek wiha nedît.” 
 
MA/ Omer Akin
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Li Panosê 9 kes hatin binçavkirin

AGIRÎ – Li gundên Panosê cendirmeyan bi ser gundan de girt û 9 welatî binçav …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir