img

Şer li seranserî sînor belav bû: 5 sivîl hatin kuştin

RIHA – TSK’ê piştî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi şer kir û bi obus û balafirên şer axa Bakurê Suriye bombe kir, şer li seranserî sînor belav bû. TSK, gund û wargehên li navçeyên Girê Spî, Amûdê, Dêrik, Serekanîye, Kobanê, Qamişlo, Dirbesiyê û Tirbesiyê bombe dike.  Sînor tê bombekirin û pevçûn didome. Di şer de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. 
 
 
TSK’ê di saetên êvarî de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi operasyona eskerî kir. TSK’ê bi operasyonê re bi balafirên şer û obusan herêm da ber bombeyan. Bombebarana li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome û li seranserî sînor belav bûye. Piştî li Serêkaniyê û Kaniya Xezalan operasyonê dest pê kir, li navçe û bajarên Qamişlo, Dêrik, Tirbesiyê, Şêxler, Girê Spî, Dirbesiyê û Amûdê belav bû. TSK bi balafirên şer û obusan qadên jiyanê dide ber bombeyan. Heta niha gelek kes di êrişan de birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. TSK’ê bi balafirên şer û obusan navenda Kobanê û der û dorê wê bombe kir. Gelek kes birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyan. Li qadên ku QSD bersîv dide şer didome. 
 
QSD BERSÎV DIDE
 
Piştî TSK’ê li Serêkaniyê û Kaniya Xezalan dest bi operasyonê kir, QSD’ê jî li bajarê Qamişlo, Dêrik, Tirbesiyê, Dirbesiyê Şêxler, Amûdê û Girê Spî bersîv da. Hat diyar kirin ku li gelek şûnwarên ku hatin bombekirin gelek kes birîndar bûn. Di şer de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li Nisêbînê mal bûn hedefa roketan. Hat zanin ku di êrîşa bi roket de 4 kes birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê. Di şer de gelek gundên qoserê yên li ser sînor jî bûn hedef. Li Bajaroka Dirbêsiyê guleya hawanê li malekê ket. Hat zanin ku eskeran xwest welatiyên Dirbesiyê gundê xwe vala bikin. 
 
Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî qereqolên ser sînor top avêtin axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji ber şerê li ser sînor telefon û înterheta herêmê tev qut bû. Li gorî agahigyan heta niha de şer de 3 endamên HPG’ê û 5 welatiyên sivîl bi giştî 8 kesan di encama bombebarana balafirên şer de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Di êrişên balafir û obusan de li Navçeya Serêkaniyê kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes birîndar bûn. Li Bajarê Qamişlo jî di êrîşan de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 1 welatiyek jî birîndar bû. li Gundê Kel Hesenak ê Tirbespiyê jî yek jê zarok 4 kes birîndar bûn. Li bajaroka Sê Girka ya Qamişlo jî zarokê 6 salî birîndar bû. Li herêma Girê Spî jî 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. 
 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Meclisa Serêkaniyê: Em herêma ewle ya Tirkiye bi rê ve bibe qebûl nakin

HESEKÊ – Meclisa Serêkaniyê, têkildarî “herema ewle” daxuyanî da û diyar kir ku heke herêma …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir