img

Rojnameger di bin gefan de ne: Bi zorê winda dikin û îdam dikin

ENQERE – One Free Press Coalition, rapora meha hezîranê aşkere kir û diyar kir ku rojnamger tên windakirin, cezayê îdamê didin wan û li girtîgehan muameleyên xerab li wan dikin. 
 
One Free Press Coalition (Koalîsyona Çapemeniya Azad a Bi Tenê) rapora meha hezîranê bi raya giştî re prve kir. Koalîsyonê cih da lîsteya dozên rojnamegeran ên krîtîk û navê rojnamegerên tên darizandin. Koalîsyonê navê rojnameger û welatên lê tên darizandin wiha rêz kir: “Maria Ressa (Filipin), Azimjon Askarov (Kırgazistan), Solafa Magdy (Misir), Abdulkhaleq Amran, Akram al-Waleed, Hareth Hameed û Tawfiq al-Mansouri (Yemen), Jean Bigirimana (Burundi), Norma Sarabia Garduza (Meksika), Mohamed Mounir (Misir), Samuel Wazizi (Kamerun), Abdulmumin Gadzhiev (Rusya) û rojnamegerê hat kuştin Cemal Kaşikçi (Erebîstana Siûdî.) ” 
 
4 SALIN AGAHÎ JÊ NAYÊ GIRTIN
 
Di 22’ê tîrmehê de li Burundiyê rojnameger Jean Bigirimana hat windakirin û 4 salin agahî jê nayê girtin. 
 
LI GIRTÎEHAN MUAMELEYÊN XERAB LI WAN DIKIN
 
Di raporê de bal kişand ser rewşa Rojnameger Azimjon Askarov ku xelat wergirtiye û diyar kir ku bi îdeaya “Buye alîkarê kuştina polîsekî” 10 salin girtî ye û di danişîna gulanê de cezayê heta heta lê birîne. 
 
ROJNAMEGER WINDA YE 
 
Koalîsyonê di raporê de anî ziman ku Rojnameger Solafa Magdy ku serbest e 4 salin winda ye û agahî jê nayê girtin. Dîsa rojnamegerê nexweş girtin. Di 15’ê Hezîranê de li Misirê rojnamegerê nexweş Mohamed Mounir girtin 65 salî ye û nexweş e. 
 
CEZAYÊ ÎDAMÊ DAN ÇAR ROJNAEMGER
 
Rojnaemgerên li Yemenê Girtî, Abdulkhaley Amran, Akram al-Waleed, Hareth Hameed û Tawfiq al-Mansourî ji aliyê Hutiyan ve di 11’ê nîsanêde hatin darizandin û Cezayê îdalê li wan birîn.” 
 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Hêjmara nexewşên Covît-19 li cîhanê 18 milyon derbas kir

NAVENDAN NÛÇEYAN – Li tevahiya cîhanê hêjmara nexweşên şewba vîrûsa corona (Covît-19) 18 milyon kes …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir