img

Rêxistinên civaka sivîl ên Amedê: Em di yasayê de wekheviyê dixwazin

AMED – Rêxistinên civaka sivîl ên Amedê bal kişandin ser newekheviya guhertina yasaya înfazê û gotin: “Em dixwazin di guhertinê de wekhevî pêk were.” 
 
Rexistinên civaka sivîl ên Amedê KESK, TMMOB, DÎSK, Baroya Amedê, Odeya Diransazan, Înîsiyatîfa Maf, Komeleya Derûnasên Mezopotamya, Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî (SHUDER), Odeya Bijîşkan, Weqfa Mafê Mirovan a Tikriyê (TÎHV), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) têkildarî guhertina yasaya înfazê ya di Komîsyona Edaleta Meclîsê de derbas bû daxuyaniyek belav kir. Saziyan nedaxilkirina girtiyên siyasî ya yasayê rexne kirin û bal kişandin ser metirsiya girtî pê re rû bi rû mane. Saziyan bal kişandin ser newekheviya guhertina yasaya înfazê û gotin: “Em dixwazin di guhertinê de wekhevî pêk were. Em dixwazin hemû girtiyên siyasî ji rojnamegeran bigire heta wekîl û hevşaredaran ên ji ber ramanên xwe girtî ne demildest werin berdan. Heke girtî neyên berdan wê rê li ber trajediyek mezin veke.” 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Li Wanê eskerek kuştî hat dîtin

WAN – Li Wanê esker Ahmet Turelî hefteyek berê li qulûbeya nobetê kuştî hat dîtin. …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir