img

Rêxistina Mafên Mirovan: Zêdeyî 200 zarok bûne qurbaniyên êrîşên Tirkiyeyê

ŞEHBA – Li gorî belgeyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê di êrîşa artêşa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê de zêdeyî 200 zarok bûne qurbanî. Rêxistinê ev êrîş bi “Sûcên der heqê zarokan” bi nav kir.
 
Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê didomin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê zêdeyî 200 zarok bûne qurbaniyên sûcên êrîşan. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê navê 32 zarokên ku ji ber topbaran û bombebarana Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dan. 87 zarokên ku birîndar bûne belge kir. Girêdayî mijarê Fatima Mûselî ya Efrînî diyar kir ku keçe wê Heyvana Hesen di bombebarana balafirên TSK’ê de li gundê Berdana yê navçeya Şêrawayê ji lingê xwe birîndar bû got: “Heyvana li kolanên gund dilîst, balafirên dagirkeriya Tirk bombe li gund baran, jinek 70 salî şehîd bû. Zarokeke 15 salî lingê wê jêbûn, keça min Heyvana ji lingê xwe birîndar bûn û tamarê lingê wê perçe bû û dê daîm astengdar be.”
 
Fatima anî ziman ku keça wan 3 caran emeliyet bûye lê hêj astendar e û nikare bimeşe û got: “Dagirkeriya Tirk di êrîşên xwe yên li ser Efrînê de bi taybet zarokan û bi tevahî sivîlan dike hedef. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşberî cîhanê çekên qedexekirî bi kar anî. Di 10 rojên êrîşê de hemû cûre çekên giran û qedexekirî bi kar anî. Sivîl kuştin. Gelek zarok bûne qurbanî.
 
 
Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê Îbrahîm Şêxo jî destnîşan kir ku Tirkiyeyê ji destpêka 9‘ê Cotmehê heta niha hemû pêkhateyên herêmê dike hedef û gelek zarok bûne qurbanî û got: “Li gorî bîlançoya rêxistinê heta niha zêdeyî 85 zarok birîndar bûne. Gelek jê bi çekên qedexekirî wekî fosfora spî birîndar bûn. Mihemed El-Yûsif ê 11 salî bandora şewatê ya ji ber çekên ne normal li ser laşê wî xuya bûn. Rêxistina Efû ya Navdewletî û rêxistênên mafên mirovan piştrast kirin ku ev cûre şewat ji ber çekên qedexekirî ye. Em bang li aliyê têkildarî mafên zarokan kir ku fişarê li Tirkiyê bike da ku êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewestîne û jiyana bi hezaran zarok xilas bikin. Heger êrîş dewam kir dê çarenûsa bi hezaran zarok di xeteriyê de be û civaka navdewletî ji vê yekê berpirsyar e.”
 
 
 
 
 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Der barê Nûçegîhanê MA’yê Kanbal de 2 lepirsînê cuda vekirin

MÊRDÎN – Der barê Nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Ahmet Kanbal de bi sedema …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir