img

Rewşenbîrên Êzidî: Pêşmergeyan kincên artêşa Iraqê li xwe kirin

STENBOL –  Rewşenbîrên êzidî, diyar kirin ku pêşmergeyên PDK’ê kincên artêşa Iraqê li xwe kirine û di nav hêzên ku Şengalê dorpêç kirine de cih girtine û gotin: “Ji bo gelê Şengalê ku bi fermaneke nû re rû bi rû ye, bang li her kesî kirin ku di vî warî de hesas bin. 

Demek berê Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Kurdistana Federe, derbarê Şengalê de peymanek îmze kiribûn. Piştî peymanê artêşa Iraqê ragihand ku 10 hezar esker şandine herêmê. Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê (MXŞD) jî daxuyaniyek dabû û ji bo qewimînên niha û yên muhtemel gotibû fermana 75’an e. 
 
511 rewşenbîrên êzidî jî derbarê peymana navbirî de di 25’ê Cotmehê de deklerasyonek bi raya cîhanê re parve kiribûn û nerazîbûna xwe nîşan dabûn. Ji îmzevanên deklerasyonê Hevserokê Navenda Mal û Komeleya Êzidiya (NAV-YEK) Haci Çelîk, nivîskarê êzidî Îbrahîm Osman û helbestvan û siyasetmedarê êzidî Xebat Şakir bal kişandin ser sewqiyata eskerî û gotin: “Civaka kurdên êzidî bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ye.”  
 
Hevserokê NAV-YEK’ê Haci Çelîk anî ziman ku sewqiyata eskerî nayê qebûlkirin û got: “Tişta ku DAIŞ’ê nekiribû, niha ew dikin. Roja peymana hat îmzekirin 9’ê Cotmehê, roja salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û roja destpêka operasyona li Serêkaniyê û Girê Spî hatin kirin bû. Ev peyman, ji hêla Enqere, Bexda û PDK’ê ve hatiye çêkirin û hêzên navneteweyî jî piştgiriyê didin vê peymanê. Armanca sereke, tunekirina civakekê ye ku ev civak bi hezaran sal in bi fermanan re rû bi rû ye. Bi mêjûya 9’ê Cotmehê de peyamek taybet dan. Em dibînin ku derdroên azadîxwaz, wekhev û mafên jinan diparêzin hedef hatine girtin. Tiştên li Efrînê, li Serêkaniyê û Girê Spî qewimîn û niha li Şengal û Mexmûrê diqewimin heman tişt in. Ev êrîş hemû pev re girêdayî ne.” 
 
‘HEYA QIRA ME NEYNIN NE MIMKUN E’ 
 
Çelîk, bilêv kir ku civaka kurd û civaka kurdên êzidî nerazîbûneke mezin nîşanî peymanê û sewqiyatê didin û got: “Tê gotin hikûmeta Iraqê li dor 10 hezar esker şandine devera Şengalê. esker şandine Çiyayê Çilmêra jî ku ev çiya ji bo êzidiyan devereke pîroz e. Ev der, devereke pir bilind û stratejîk e. Pergala ku zarokên êzidî piştî fermana 74’an ava kirin, hedef tê girtin. Di 6 salên dawî de xwe bi xwe parastin û rêveberiya xwe ava kirin. Kedeke mezin heye. Ne kurdên êzidî ne jî kurdên din vê yekê qebûl nakin. Êzidî dibêjin, heya hûn me qir nekin hûn nikarin van deran ji me bistînin. Çi dibe bila bibe em ê nehêlin ku bigihên armanca xwe.” 
 
PÊŞMERGEYAN KINCÊN ARTÊŞA IRAQÊ LI XWE KIRINE 
 
Li gor agahiyên bi dest wan ketine, pêşmergeyên PDK’ê kincên artêşa Iraqê li xwe kirine û di nav hêzên ku Şengalê dorpêç kirine de cih digirin. Çelîk wiha axivî: “Di 3’yê tebaxa 2014’an de nêzî 15 hezar pêşmerge û eskerên Iraqê dev ji Şengalê berdabûn û reviyabûn. Gelê kurd û kurdên êzidî mil dan milê hev du û li dijî DAIŞ’ê bi ser ketin. Piştî 6 salan qaşo dê êzidiyan biparêzin. Qaşo dê asayîşê ava bikin. Ev ne rast e. Gel, bawer nake. Êzidî pir bihêrs bûne. Helwesta me pir zelal e.” 
 
Çelîk, anî ziman ku komeleya wan dê li gelek deverên cîhanê dakeve kuçeyan û gelê kurd jî çi dikeve ser mila divê bike. 
 
 
Nivîskar Îbrahîm Osman jî anî ziman ku ferman bi xelîfeyê îslamê Omer Bîn Xettab dest pê kirine û bi destê osmaniyan dewam kirine û niha jî bi destê Tirkiye, Iraq û PDK’ê tên kirin û wiha got: “Hêzên Iraqê dixwazin li Şengalê fermaneke din pêk bînin. Helbet ev li gor planên dewleta tirk tên kirin. PDK jî bi feraseteke feodal a berê, yanî bi mantiqa axa ne a min be bila a te be, hereket dike. Li vê derê bi hin derewan Neteweyên yekbûyî jî kirin şirîkên xwe. Gotin kesên li kampa ne ‘ji ber PKK’ê nikarin vegerin’ û hêzên navneteweyî jî kirin şirîk. Yanî durûtiyeke werê kirin. PDK û Iraqê di 6 salan de ji bo Şengalê çi kirin? Tu tişt jî nekirin. Niha jî dixwazin zarokên şengaliyan ku 6 sal in bi canê xwe, bi xwîna xwe Şengalê diparêzin tasfiye bikin. Dixwazin vê derê têxin bin kontrola hêzên nediyar.” 
 
Osman, destnîşan kir ku talûkeyeke mezin li holê ye û wiha axivî: “Kesê di dema Sedam de berpirsiyarê ewlehiyê yê Silêmaniyeyê bû, niha di hikûmeta Iraqê de wekîlê Berhem Salih e. Yanî çawa ku di sala 1996’an de PDK û Sedam li hev kirin û Hewlêrê ji kontrola YNK’ê derxistin, niha jî heman tiştî ji bo Şengalê dikin. Gava em li fermanên ku qewimîne mêze dikin, em dibînin ku kurd jî bûne şirîkê vê îxanetê. Talûkeyek mezin heye. Ev bi destê dewleta Tirkiyeyê hatiye plankirin. Armanc kurdên berxwedêr ji holê rakin. Ev kes jî yên li ser asasên fikrên Serok Abdullah Ocalan e. Ev kes, di hedefa ewil de ne. Lewma divê krud bertekine mezin nîşan bidin. Jixwe çapemeniya Başûr bi piranî xizmeta dagirkeran dike. Ji propagandayeke reş pêvtir tiştekî nake. Mixabin berteka gelê kurd jî qels e. Li her derî divê bertek bên nîşandan. Teqez divê pêşî li ber vê yekê bê girtin. Ji lewra talûkeyeke mezin heye.” 
 
 
Helbestvan û siyasetmedarê êzidî Xebat Şakir jî anî ziman ku ji fermana 3’yê Tebaxa 2014’an heya niha talûke û xetereyên mezin didomin û got: “Êzidiyan parastina xwe kr, rêveberiya xwe ava kirin û vîna xwe xurt kirin. lê lîstikên li ser Şengalê hîn jî didomin. Di peymana di navbera PDK û hikûmeta Iraqê de hat çêkirin de, hat dîtin ku vîna êzidiyan qebûl nakin. Niha Şengal dorpêç kirine. Dibe ku êrîşê jî bibin ser Şengalê. Lê Şengal bi vîna xwe li se rpêya ye û dê heya dawiyê li ber xwe bide. Civaka Şengalê êdî ne civaka beriya 2014’an e. Xwe birêxistin kirye, xwe perwerde kiriye û xwe nas kiriye. Dê li ber tu gef û xetereyê serî neteweîne. Em bawer dikin ku dê vîna gelê Şengalê bi ser bikeve.” 
 
FERMANEKE NÛ 
 
Şakir, destnîşan kir ku bi awayekî aşkere êzidî bi fermaneke nû re rû bi rû ne û wiha berdewam kir: “Heger ev plan pêk bên em ê bi fermaneke nû re rû bi rû bimînin. Heger êrîşeke din jî pêk bê dê hem êzidî hem jî herêm tev de zirarê bibîne. Em hêvî dikin ku tiştekî wiha neqewime. Û em hêvî dikin hikûmeta Iraqê jî biryara xwe di ber çavan re derbas bike û vîna Şengalê nas bike û rêya diyalogê esas bigire. Kesên di sala 2014’an de Şengalê neparastin dê niha jî neparêzin. Jixwe armanca wan ne parastin e. Armanca wan, fermana ku DAIŞ’ê temam nekiribû, temam bikin.” 
 
‘EM GIŞ ŞENGALÎ NE’ 
 
Şakir, anî ziman ku divê gelê kurd Şengalê bi tenê nehêle û wiha lê zêde kir: “Gelê me hemû divê bi her awayî xwedî li Şengalê derkeve. Li her derî divê alîkariya wê bike. Şengal ne bi tenê ye, em giş şengalî ne û em giş xwedî li vê vînê derdikevin. Divê em bi vî awayî biqîrin.”
 
Şakir, herî dawî destnîşan kir ku bi xwedîderketinê dê ev planên heyî bên pûçkirin û wiha bi dawî kir: “”Em heya dawiyê bi berxwedana şengaliyan bawer in. Em bi xwe bawer in. Dê gelê me jî li dor vê vînê bibe yek. Em ê bi peyama ku bidin cîhanê ber bi rojên azad ve bimeşin.” 
 
MA / Îdrîs Sayilgan
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Beşa yekemîn a ‘tayînkirina qeyûman a ser rêxistinên sivîl’ qebûl bû

ENQERE – 19 xalên pêşniyarqanûna ku rê li ber tayînkirina qeyûman a ser komele û …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir