img

Piştî UNESCO rapor xwest, wezaret jî dixwaze pêkanînên li Sûrê li mewzûatê bîne

AMED – Piştî UNESCO’yê ji bo navçeya dîrokî Sûrê rapora ÇED’ê xwest Wezareta Bajarsazî û Hawirdorê jî tev geriya û hewl da qedexe, rûxandin û pêkanînên li navçeyê ên ji sala 2015’an heya niha hatine kirin li mewzûatê bîne. 
 
Li navçeya dîrokî Sûr a Amedê ku di nav Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCO’yê de ye, qedexeya derketina derve ya li di 2’yê Kanûna 2015’an de hatibû îlankirin hê jî li taxên wê; Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglû, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê didome. UNESCO’yê jî ji Wezareta Bajarsazî û Hawirdorê ji bo Sûrê rapora nirxandina hawirdoriyê (ÇED) xwest. 
 
Bi hinceta li ber rûxandin û pêkanînên ji sala 2015’an ve li Sûrê diqewimin xwe li guhnedêriyê danîbû gelek derdoran UNESC’oyê rexne kiribû û UNESCO jî piştî 4 salan di malpera xwe ya înternetê de raporek parve kiribû. Di raporê de hatibû diyarkirin ku Tirkiyeyê der barê avakirina li herêmê de agahî pê re parve nekirine û bang kiribû ku xebatên li Sûrê tên kirin bên rawestandin. UNESCO’yê ji bo vê ji Tirkiyeyê der barê hemû projeyan de rapora ÇED’ê xwestibû. Piştî vê Komîteya UNESCO’yê ya Tirkiyeyê ji Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê xwest der barê Sûrê û Baxçeyên Hevselê de raporekê amade bike. 
 
Piştî vê wezaretê jî ji akademîsyenan heyetek amade kir û şand Amedê. Heyet, ev çar roj in li Sûr û Baxçeyên Hevselê lêkolîna dike. Di çarçoveya lêkolîn û çavdêriyan de bi hin saziyên fermî yên li bajêr re hevdîtin pêk anîn. Hat hînbûn ku pişt, lêkolîn û çavdêriyan wê rapor bê amadekirin û di ser wezaretê re berpêşî UNESCO’yê bê kirin. Her wiha Midûriyeta Hawirdor û Bajarsaziyê ya Bajêr jî ji bo heyeta UNESCO’yê ku dê bê bajêr raporeke cuda amade kiriye. Heyeta UNESCO’yê wê di meha Nîsanê de bihata Amedê lê belê ji ber vîrûsa coronayê serdana xwe taloq kiribû. 
 
Di sala 2016’an de Desteya Wezîran ji sedî 70’ê navçeya Sûrê wekî qada birîsk îlan kiribû û 6 hezar û 300 parsêlên wê di bin navê “îstimlaqkirina lezgîn” îstimlaq kir. Di vê çaçroveyê de pêşî Taxa Alîpaşa û Lalebeyê hat xerakirin. Wezareta ku Plana Îmarê ya Parastina Sûrê guherand û rapora ji bo nirxandina mîrateyçn dîrokî amade nekir, piştî çar salan niha hewl dide pêkanînên xwe li mewzûatê bîne. 
 
MA / Lezgîn Akdenîz
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

BEKSAV ji bo 33 rêwiyên xeyalan kampanyayeke hunerî li dar dixe

STENBOL – BEKSAV’ê di 5’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê de bi dirûşmeya “Ji bo Pirsûsê hilberîne” …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir