img

Piştî dest danîn ser mêrga wan, nikarin heywanên xwe biçêrînin

DÎLOK – Mêrga ku şêniyên Taxa Kamişli ya navçeya Nîzîpê, heywanên xwe li diçêrandin, Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê ew daxilî nav projeya darlêdanînê kir. Şêniyên taxê xwestin proje bê betalkirin û gotin: “Em debara xwe tenê bi sewalvaniyê dikin û di destê me de jî tenê ev mêrg heye.” 

Mêrga ku şêniyên Taxa Kamişli ya navçeya Nîzîpê, heywanên xwe li diçêrandin, Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê ew daxilî nav projeya darlêdanînê kir û di demeke kurt de li mêrga navbirî dest bi danîna daran hat kirin. Şêniyên taxê jî ji bo proje bê betalkirinê serî li Şaredariay Nîzîpê û Qeymeqamtiya Navçeyê dan, lê belê tu encam bi dest nexistin. Şêniyên taxê, destnîşan kirin ku ew ne li dijî derdoreke hêşîn û darçandinê ne, lê belê di dest wan de tenê ev mêrg heye û ew ê nehêlin ji dest wan bê girtin. 
 
QEREQOLÊ GEF LI WAN XWARIN 
 
Keyayê taxê yê berê Şevket Aslan, bilêv kir ku ji bo ev qada heywanên xwe lê diçêrînin bibe mêrg par çûne Midûriyeta Çandiniyê ya Bajêr û serlêdana wan hatiye guherandin. Aslan, da zanîn ku her çend serlêdana wan hatibe qebûlkirin jî lê belê di pergalê de tu guherîn çê nebûne. Şevket, bilêv kir ku qereqolê gazî wî kiriye û ji bo çalakî çê nebin gef lê xwariye. 
 
Şêniyê taxê Sabrî Yalçin jî anî ziman ku ew tenê debara xwe bi sewalvaniyê dikin û ji bo ew sewalvaniyê bikin kredî dane wan, lê belê niha jî mêrga wan ji dest wan tê girtin. Yalçin, got: “Niha ji ber sewalvaniyê nêzî 2 milyon deynê bankeyan li vî gundî heye. Me heywanên xwe bi deyn kirîne, îjar eger em nikaribin heywanên xwe biçêrînin em ê çawa deynê xwe bidin?” Huseyîn Yalçinkaya jî got, şaredarî ji bo berjewendiyên xwe daran li mêrga wan datîne. 
 
‘WÊ SEWALVANÎ NEMÎNE’ 
 
Keyayê taxê Hasan Yalçin jî anî ziman ku ku ji bo şêniyên taxê karibin debara xwe bikin divê xebata ji bo danîna daran bê rawestandin û got: “Em ne li dijî hêşînahiyê ne, em ji hêşînahiyê hez dikin. Lê ev der mêrg e, eger dar li vira bên danîn wê sewalvanî nemîne.” 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Peywir û rayeyên BDDK’ê dewrî Bankaya Navendî hat kirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Lîjneya Giştî ya Meclisê dewrkirina peywir û rayeyên BDDK’ê ya ji …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir