img

Pêngava duyemîn a komployê berdewama tecrîdê ye Parêzer Yurekli: Sekna Ocalan a 22 salan polîtîkayên tecrîdê pûç dike

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi derxistina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê û radestkirina Tirkiyeyê, komploya li dijî Ocalan dest pê kir û bi girtina Ocalan û tecrîdkirina li Girava Îmraliyê ya 22 salan koplo didome. Parêzerê Ocalan Prz. Cengîz Yureklî, diyar kir ku ji ber tecrîdkirina Ocalan di qada siyasî, aborî, tenduristî û gelek qadên din ên jiyanê de qeyran kûr dibe û wiha got: “Bi tecrîdê dixwaze Ocalan teslîm bigirin. Lê sekna Ocalan a 22 salan ev polîtikayên tecrîdê pûç kiriye.” 

Komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derxistina ji Sûriyeyê dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de bi radestkirina Ocalan a Tirkiyeyê berdewam kir. Komploya navdewletî ku 22 sal berê dest pê kir, 22 salin bi tecrîdkirina li Îmraliyê didome. Piştî Ocalan xistin Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê, di 31’ê Gulana 1999’an de li dadgeheke taybet a li giravê darizandina wî dest pê kir. Ocalan, cara ewil di danişînên Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Jimare 2’yan a Enqereyê de, teza xwe “Komara Demokratîk” bilêv kir. Ocalan, bi giştî tev li 9 danişînan bû û darizandin di 29’ê Hezîrana 1999’an de bi dawî bû. Di dawiya danişînan de cezayê dardarkirinê li Ocalan hat birîn. Ceza di 29’ê Hezîranê yanî di dema salvegera dardarkirina Şêx Seîd de lê hat birîn. 
 
Lê piştî demekê Tirkiyeyê li gor qanûnên Yekîtiya Ewropayê cezayê darvekirinê yê li Ocalan hatibû birîn xera kir û cezayê muebeta giran lê birî. Di bin vê guherandina qanûnê de îmzeya MHP’ê jî hebû ku MHP wê demê di nav hikûmeta koalîsyonê de cih digirt. Piştî cezayê darvekirinê hat xerakirin, vê carê li Girtîgeha Îmraliyê polîtîkaya tecrîda mutleq ket dewrê û bi vê polîtîkayê hat xwestin ku Ocalan bi temamî bê îzolekirin. Di çarçoveya vê polîtîkayê de Ocalan bi salan nikaribû hevdîtinê bi ferdên malbata xwe re pêk bîne. Lê dîsa jî Ocalan tim û tim di warê demokratîkbûyna Tirkiye û Rojhilata Navîn de israr kir û her çû teza xwe ya Komara Demokratîk zeximtir kir. 
 
Piştî koalîsyona DSP-ANAP-MHP’ê bi dawî bû û AKP bû îktîdar, Ocalan dîsa dev ji hewldanên xwe yên di vî warî de bernedan û di 15’ê Tebaxa 2009’an de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd nexşerêyek 156 rûpelî amade kir. Lê belê AKP’a ku guh neda vê nexşerêyê, wekî îktîdar û hikûmetên berê di polîtîkaya tecrîd û şer de israr kir. Bi destê cemaeta Fethullah Gulen operasyonên KCK’ê xistin dewrê, ji siyasetmedaran heta parêzerên Ocalan û rojnamevanan bi hezaran kes hatin girtin. 
 
Piştî demeke dirêj Ocalan nikaribû hevdîtinê bi parêzerên xwe û malbata xwe re deyne, di Îlona 2012’an de girtiyên PKK’î û PJAK’î ketin greva birçîbûnê. Di roja 68’an de dewletê bi paş ve gav avêt û bi peyameke Ocalan greva birçîbûnê bi dawî bû. Piştî vê pêvajoyê di sala 2013’an de ‘pêvajoya çareseriyê’ dest pê kir. Her çend Mutabaqata Dolmabahçeyê hatibe îmzekirin jî, lê îkîtîdara AKP’ê di sala 2015’an de pêvajo bi dawî kir û pêvajoşa şerî dîsa dest pê kir. 
 
Ocalan, di 2’yê Tebaxê de bang li PKK’ê kir ku hêzên wê yî çekdar derkevin derveyî sînorên Tirkiyeyê. Di 1’ê Îlonê de careke din bi bangawaziya wî PKK’ê cara 4’an agirbesteke yekalî ragihand û ji çiyê û Ewropayê 2 Komên Aştiyê hatin Tirkiyeyê. Lê belê endamên komên aştiyê jî hatin girtin û her wiha her çend agirbest hatibû îlankirin jî leşker operasyonên xwe domandin. 
 
Ocalan bi salan de di tecrîda giran de dijî û bi hincetên keştî xerabe ye, rewşa hewayê nebaş e û personel li detûrê ne, destûr nadin ku parêzer û malbat biçin Îmraliyê. Di salên dawî de jî bi hinceta cezayê dîsîplînê hatiye birîn destûr nadin parêzer û malbat biçin Îmraliyê. Dîsa mafê telefon, radyo, tv, name û pirtûkan jî li Ocalan hatiye qedexekirin û bi tu awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Mafên girtiyên siyasî ku girtiyên din jê sûdê digirin Ocalan nikare ji van mafên xwe yên zagonî û siyasî sûdê bigire. 
 
Girtîgeha Îmraliyê bi pergalek taybet hatiye avakirin û bi taybet hatiye dîzaynkirin. Li vir hemû pîvan û xalên hiqûqî û mafên zagonî li dervê sînoran hatine hiştin. Bi dehan kîlometre “Herêma qedexe” hatiye îlankirin. Ocalan piştî hat girtin û şandin Îmraliyê ji gelek mafên xwe yên zagonî û hiqûqî bê par ma. Mafê ku ji hemû girtiyên siyasî re heye, ji bo Ocalan ew maf nayên dayîn. Bi hezaran caran serlêdana parêzeran hat redkirin. Di 8 salên dawî de piştî 2’ê Gulanê parêzer yekem car çûn Îmraliyê. Dîsa malbat piştî 4 calan yekem çûn Îmraliyê. Bi salan e li Îmraliyê tecrîdek heye. Ocalan û 3 girtiyên li gel Ocalan ji mafê xwe yê telefon, name, rojname û hevdîtinên malbat û parêzeran bêpar tên hiştin û di bin tecrîdê de ne. Îmralî bi “Teknîka iktîdarê ya îstîsna” tê rêvebirin. Cihekî ku tu têkiliya wê û hiqûqê bi hevre tune ye. Li vir hiqûq hatiye rawestandin. Dewlet û îktîdar li gorî nêzîkatiya Kurd nêzî Îmraliyê dibe. Hin serdeman vê nêzîkatiya Îmraliyê nerm dike û hin caran hişk dike. Ev polîtîka tecrida taybet e. Di serdema pêvajoya çareseriyê de jî dewletê destûr nedan ku parêzer biçin Îmraliyê. Li gel ku heyete bi Ocalan re hevdîtin dikir jî parêzeran nekarîbû bi Ocalan re hevdîtinê bikin.  Piştî dewlet û hikûmetê dawî li “Pêvajoya çareseriyê anîn, malbatên 3 girtiyên ku biribûn grava Îmraliyê jî êdî nekarîbûn hevdîtin bikin. Tecrîda ku bi pergala Îmraliyê li dijî Ocalan pêş ket li hemû girtîgehên din belav bû. Li hemberî vê yekê girtiyan dest bi greva birçîbunê û rojiya mirinê anîn û dîsa deriyê hevdîtinê li Îmraliyê vekirin. Piştî deriyê îmraliyê ji nûve vebû, Ocalan dîsa peyamên ji bo çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet da. Ji roja Ocalan xistin girtîgeha Îmraliyê heta niha, Ocalan her dem peyama aştiyê û çareseriya demokratik da. 
 
Têkildarî tecrîdkirina li Îmraliyê û rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Endamê Buroya Hiqûqê ya Asrinê û ku parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e Prz. Cengiz Yureklî nirxandin kir. 
 
Yureklî, anî ziman ku Ocalan li dijî polîtikayên hêzên hegemon ên zêdeyî sed salin li Rojhilata Navîn armanc dike ku çand, dîrok, nirxên civakê tune bike, têkoşiya ye û piraniya van polîtîkayan pûç kiriye û wiha got: “Ev polîtikayên hêzên serdest gel bi gelan daye şerkirin. Gel perçe kiriye û berberî pêş xistiye. Li dijî gelê Kurd jî polîtîkayên înkar, bişaftin û tunekirinê pêş xistine. Birêz Ocalan li dijî vê statukoyê derketiye û rê li pêş van polîtikayên înkar û îmhayê girtiye. Ji ber vê yekê hêzên navdewletî li hev kom bûn û li dijî Ocalan ev komplo pêş xistin. Polîtîkaya li Îmraliyê armanc dike ku Birêz Ocalan teslîm bigire û bi zorê bitepisîne. Armanc dikin ku di aliyê ruhî û bedenî te Ocalan bê tesîr bikin. Mafê ziyareta parêzeran, ziyareta malbatê, mafê telefonê û mafê ragihandinê ji Birêz Ocalan re nayê naskirin. Ji sala 2014’an heta niha Ocalan tenê 6 caran bi malbatê re hevdîtin kiriye. Di 10 salên dawî te tenê 5 caran bi parêzeran re hevditin kiriye. Di 22 salên girtîgeha Îmraliyê de tenê 1 carê mafê xwe yê telefonê bi dest xistiye. Dîsa destûr nadin ku nameyan bişînin Îmraliyê. Ji 27’ê Nîsana 2020’an heta niha bi tu awayî bi Ocalan re temas çênebûye û bi tu awayî agahî ji Birêz Ocalan nayên girtin. Dîroka 22  salan nişan dide ku polîtîkaya li Îmraliyê têk çûye.” 
 
 
Yukeklî, da zanîn ku hemû daxwazên ji bo mafên Ocalan û girtiyên bê bersîv dimîne û serlêdan û lêgerîna mafan bê muhatap dimîne û li dijî hiqûqê gav tên avêtin. Yukerlî, da zanîn ku hemu kar û barê fermî bi awayekî formalîte tên kirin û li gorî xwe biryarê didin. Yureklî, da zanîn ku herî dawî bi awayekî dijzagonî cezayê dîsîplînê li Ocalan birîne û wiha got: “Em wekî parêzer nikarin xwe bigînin van dosyayên ceza. Dosyayan ji me vedişêrin. Li gorî yek alî dosyayan amade dikin.”
 
SEWQA GIRTIYAN A ÎMRALIYÊ TECRÎDÊ RANAKAE, DIJBERÎ WÊ GIRTIYÊN DIN JÎ TECRÎD DIKE 
 
Yureklî, bal kişand ser sewqkirina girtiyan a li Îmraliyê û wiha got: “Sewqa girtiyan a Îmraliyê tecrîdê ji holê ranake. Dijberî vê yekê girtiyên din jî dixin bin tecrîdê. Ji ber rewşa heyî ya Îmraliyê girtiyên din ji ketine bin îzolasyon û tecrîdê. Birêz Ocalan heta 17’ê mijdara 2009’an bi tena serê xwe li Girava Îmraliyê hat hiştin. Piştre 5 girtiyên din ji zindanên din sewqî vir kirin. Di Adara 2015’an de ev kesên li vir hatin guhertin. Girtî Çetin Arkaş, Nasrullah Kuran, di kanûna 2015’an de bê hincet sewqî Girtîgeha Silivrî kirin. Niha li Girtîgeha Îmraliyê li gel Birêz Ocalan girtî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysi Aktaş di heman girtîgehê de ne. Girtî li vir ji hemû mafê xwe yê civakî, çandîe û siyasî bê par tên hiştin. Li Girtîgeha Îmraliyê her girtî di yek hucreyê de tên girtin. Li wir hewşa hevpar a lê hewayê bistînin tune ye. Her hewşa girtiyekî cuda ye. Heftê 5 rojan û rojê saetekê dikarin di bin kontrola rêveberiyê de derkevin hewşa hevpar.  Nikarin ji mafê xwe yê ziyareta malbat, parêzeran û telefonê sûdê bigirin. Di 22 salan de tenê carekê di 27’ê Nîsana 2020’an de bi telefonê axivîye.”
 
‘DIVÊ CIVAK BARÊ SER MILÊ GIRTIYAN RAKE’ 
 
Yureklî, da zanîn ku di sala 2019’an de piştî heyeta CPT’ê Wezareta Dadê ziyaret kir, Wezaretê anî ziman ku tu astengî li pêş hevdîtina Ocalan tune ye û wiha axivî: “Lê dema em dinarin ev yek pêk nehat. Dîsa hevdîtin tên qedexekirin. Girtî dîsa ji bo tecrîd bi dawî bibe ketine greva birçîbûnê. Erka civakê ewe ku barê giran ê girtiyan ku di şertê zor de ketine çalakiyê, hilgirin ser milê xwe. 
 
Yureklî, bal kişand ser rolên DMME û CPT’ê û wiha berdewam kir: “Saziyên navdewletî ji erk û berpirsiyariya xwe direvin. Rol û rista xwe ya ji bo astengî bên nakirin nakin. Sazî û rêxistinên navborî bi vê sekna xwe ya li dijî Ocalan, di esasê xwe de piştgiriyê didin komployê. Di sala 2005’am de DMME’ê biryar da ku Birêz Ocalan li gorî edaletê nehatiye darizandin. Lê hikûmetê ev yek nexist meriyetê û biryara  DMME’ê li ber çavan negirt. 
 
CPT RAPORAN AMADE DIKE, LÊ ZORÊ LI HIKÛMETÊ NAKE
 
Dîsa CPT, ji sala 1999’an heta niha têkildarî rewşa Îmraliyê raporan amade dike û daxuyaniyan dide. Di hemû raporan de diyar dike ku divê mekanîzmayên tecrîdê bi dawî bibin. Lê ji bo van daxwazan û tespîtan têxe meriyetê zext û zorê li hikumtê nake. Tespît dike, lê zorê li hikûmetê nake. Di 22 salan te carekê bi telefonê axivî. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta 8 salan qet parêzer neçûm Îmraliyê. Tecrîda li Îmraliyê li dijî hiqûq û zagonê ye. ” 
 
Yureklî herî dawî anî ziman ku tecrîda girankirî li hemû girtîgehan belav bûye û wiha pede çû: “Ji bo Ocalan ji mafê telefon, ziyaretan sûdê negire, vê yekê li ser hemû girtiyan ferz dike û wan mexdûr dike. Bêdengiya li dijî binpêkirina mafê hiqûqî yê Birêz Ocalan dibe sedem ku mafê hiqûqî yê hemû girtiyan û hemû welatiyan bê binpêkirin. Sedema tecrîdkirina Ocalan a mutlaq ji bo zindîkirina şovenizmin û militarizmê ye. Ev dibe sedem ku hemû civake jahrînî bike û berberiya di nava civakê de zêde bike. Divê berî her tiştî her kes bi dengê bilind li dijî tecrîdê derkevin. Ev pêdiviya sereke ye. Kengî tecrîdkirina Ocalan di nava civakê de hat famkirin û sedem û encama wê baş hat niqaşkirin û fêrbûn wê demê dê krîz bi dawî bibe.” 
 
‘LI GEL TECRÎDA KÛR ÇARESERIYÊ PÊŞ DIXE’ 
 
Birêz Ocalan li gel tecrîda mutlaq di çareseriya pirsgirêka Kurd de gelek çareserî pêş xistin. Minaka vê yekê ya herî şênber pêvajoya salên 2013-15’an e. Lê ev pêvajo di 5’ê Nîsana 2015’an de hat xerakirin û disa deriyê Îmraliyê li Ocalan girtin. Ji bo qeyrana aborî, civakî, siyasî û qeyranên di qadên din de bi dawî bibe. divê Birêz Ocalan karibe dengê xwe bigîne civakê û ev qanal û rêyên deng gîhandinê bên vekirin. Ji bo her welatî karibe xwe azad îfade bike û azad bijî divê li dijî vê tecrîd û bê hiqûqiyê bi denge hêl bang bike. 
 
Sibê: Destê Ocalan ê aştiyê
 
MA / Omer Çelik
 
 
 
 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Li Eyn Îsayê kî dixwaze çi bike?

EYN ÎSA – Êrişên li ser Eyn Îsayê ku Tirkiye bi Peymana Soçiyê soz dabû …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir