img

Partiyên kurd ên ku sibê dicivin: Roj roja yekîtiya neteweyî ye

AMED – Nûnerên partiyên Kurdistanî yên ku derbarê civîna yekîtiya neteweyî ya dê sibê li dar bixin axivîn û diyar kirin ku roj roja yekitiyê ye, divê di civînê de gavên şênber werin avêtin û nexşerêyek derkeve holê.

Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Şoreşgerên Demokrat ên Kurd (DDKD), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Tevgera Azadî, Partiya Azadî, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) dê sibê bi rojeva “yekitiya neteweyî” li Amedê werin ba hev. Serokê Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP) Sînan Çîftyurek, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî derbarê civîna yekitiya neteweyî de ji ajansa me re axivîn.
 
‘ROJ ROJA YEKÎTIYA NETEWEYÎ YE’
 
Serokê Partiya Komînîst a Kurdistan (KKP) Sînan Çîftyurek diyar kir ku di serî de ji bo parçeyan yekîtiya neteweyî û mayîndekirina yekîtiyê lazim e û wiha got: “Piştî çend salan îro ji bo yekitiyê derfetên zexm pêk hatin. Di siyasetê de bandoreke mezin heye ku îro yekitiyê pêk bînin.” Çîftyurek bal kişand ser banga hunermendan a ji bo yekitiyê û wiha got: “Bangkirina ji siyasetmedaran re ku roj roja yekitiyê ye bila gav biavêjin. Tu li kolanan jî ji kî bipirsî dê bêjin roj roja yekîtiya netewî ye.” Çîftyurek destnîşan kir ku beriya du rojan du rûspî ji bo ku yekitiya netewî were avakirin hatine partiya wan û wiha got: “Hatin gotin ‘hûn çi bikin bikin hemû karê xwe bidin ser yekitiya netewî û pêk bînin.’ Ev tê çi wateyê? Tê wê wateyê ku partiyên me siyasetmedarên me divê vê bigrin ber çav û bizanin yekîtiya neteweyî karekî girîng e. An em ê gav biavêjin an em ê gav biavêjin.”
 
‘YEKITIYA BAKUR WÊ BANDORÊ LI PERÇEYÊN DIN JÎ BIKE’
 
Çîftyurek bi bîrxist ku gelek carin kom dibin ji bo yekitiya neteweyî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke em di serî de li Bakur werin cem hev û gavekê ji bo tifaqa neteweyî ya mayînde biavêjin. Bandora wê wê li ser Başûr, Rojhilat û herî zêde li Rojava bibe.” Çîftyurek diyar kir ku berpirsyarên partiyan divê li axaftinên xwe hişyar bin û wiha berdewam kir: “Tiştên ku ne qewimîne gavên nehatine avêtin em bêjin ew gav hatine avêtin ew ê hêviyê bişkîne. Heqê me tune ye em hêviya gelê xwe bişkînin.”
 
‘EM BI BIRYARIN KU JI VÎ HEVÎRÎ NANEKÊ DERXÎNIN’
 
Çîftyurek destnîşan kir ku hêj tu nav li tifaqê nekirine û wiha got: “Ceribandinên me yên Bakur hene. Mîna Tevgera Yekîtiya Kurd (TEV-KURD) ku ji 2005’an heta 2012’an xebat kiriye û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD’ê). Dê kongre, enî, meclîs be ne diyar e yanî şekle wê ne diyar e. Di çi şeklî û şemalî de be jî em ê tifaqa xwe pêk bînin. Tenê wê partiyên pêkhatebin an gel jî wê di tifaqê de cih bigire? Ev hemû di rojeva me de ne. Ew munaqaşaya me ye di pêşerojê de ye û wê civîn berdewam bikin. Lê hemû partiyên me, em wisa bi biryar in ku ji vî hevîrî nanekê derxînin.” Çîftyurek da zanîn ku ev mesele hebûn û nebûna gelê kurd e û got: “Ji ber vê yekê banga me ew e ku hemû partî tifaqa neteweyî nekin amûrên berjewendiyên xwe yên şexsî. Kî bi çavê berjewendiyan bi vê meseleyê binêre divê em giliyên wan ji gel re bikin. Bawer dikim ku em ê bi ser bikevin.”
  
‘HEWCEYE EM SIBÊ NEXŞERÊYEKÊ DERXÎNIN’
 
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî jî diyar kir ku bi salan e civînên wan berdewam dikin û wiha got: “Ferqa civîna sibê û yên din ew e ku sibê gereke em nexşerêyekê derxînin. Me wek partiyên tifaê biryar da ku sibê bi lez û bez nexşerêyekê derxînin holê. Bi lez û bez amadekariya xwe bikin. Hem ji bendewariya gelê xwe hem jî ji bendewariya welatê xwe re bibin bersiv.” 
 
‘JI BO YEKITIYA NETEWEYÎ JI BERJEWENDIYÊN XWE FEREXET BIKIN’ 
 
Pîranî da zanîn ku cudahiyên di navbera partiyên Tifaqa Kurdistanî de dewlemendiyek e û wiha got: “Em li benda daxwaza tiştekî wisa ne ku divê hemû partî, rêxistin û tevger ji bo avakirina yekitiya neteweyî ya kurd ji bo kongreya netewî ji bîrdozî û berjewendiyên xwe ferxet bikin. Em zêdetir li ser berjewendiyên kurd û Kurdistanê bisekinin. Bi vî awayî bibe em dikarin bi ser bikevin.” 
 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Li Panosê 9 kes hatin binçavkirin

AGIRÎ – Li gundên Panosê cendirmeyan bi ser gundan de girt û 9 welatî binçav …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir