img

Operasyonê dest pê kir, perwerdeya ser sînor betal bû

RIHA-MÊRDÎN – TSK’ê piştî li dijî Bakur û Rohilatê Sûriyeyê dest bi operasyona eskerî kir, dibistanên navçeyên li ser sînor navber dan perwerdehiyê. Li navçeya Kaniya Xezalan, Serêkaniyê û Pirsûsê hemû dibistan, li Navçeya Bîrecîkê jî dibistanên nêzî sînor 2 roj navber dan perwerdehiyê. Li navçeya Qoser û Nisêbînê jî rojek navber dan perwerdehiyê. 
 
Piştî TSK’ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi operasyona eskerî kir, dibistanên li ser sînor navber dan perwerdehiya zarokan. Serokomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyip Erdogan îro saet di 16.00’an de îlan kir ku TSK operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin. Piştî TSK’ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye dest bi operasyonê kir, balafirên şer ên TSK’ê ji Amedê rabûn û gelek gundên  Bakurê Sûriyeyê bombe kir. Li aliyê din rayedarên hikûmeta AKP-MHP’ê dibistanên li ser sînor xistin betlanê û navber dan perwerdehiyê. Li navçeya Kaniya Xezalan, Serêkaniyê û Pirsûsê hemû dibistan, li Navçeya Bîrecîkê jî dibistanên nêzî sînor 2 roj navber dan perwerdehiyê. Li navçeya Qoser û Nisêbînê jî rojek navber dan perwerdehiyê. Xwendekarên dibistanan ji ber operasyona TSK’ê dê sibê û dusib ji mafê xwe yê perwerdehiyê bêpar bimînin. 
 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Meclisa Serêkaniyê: Em herêma ewle ya Tirkiye bi rê ve bibe qebûl nakin

HESEKÊ – Meclisa Serêkaniyê, têkildarî “herema ewle” daxuyanî da û diyar kir ku heke herêma …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir