img

OHD: Li girtîgehên Marmarayê binpêkirina mafan zêdetir bûne

STENBOL – OHD’ê rapora meha cotmeh û mijdarê ya binpêkirina mafan li girtîgehên herêma Marmarayê parve kir û di raporê de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê rapora meha cotmehê û mijdarê ya binpêkirina mafan a girtîgehên li Herêma Marmarayê eşkere kir. OHD li avahiya xwe bi civînek çapemeniyê rapor eşkere kir. Rêvebera Navenda Giştî ya OHD’ê Rengîn Ergul raporê xwend. 
 
ÎŞKENCE DIDOME 
 
Ergul da zanîn ku li girtîgehên herêma Marmarayê binpêkirina mafan bêyî kêm bibe bi zedehî dewamdike û îşkenceya li dijî girtiyan didome. 
 
‘LI ÎMRALIYÊ TECRÎD DIDOME’ 
 
Ergul anî ziman ku dema qala tecrîdê tê kirin ewilî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û tecrîdkirina her sê girtiyên li gel Ocalan tê bîra wan û bi salane tecrîd li Girava Îmraliyê didome û komeleya wan û gelek rêxistinên civakî yên sivîl ji ber tecrîdê ji rewşê bi endîşe ne. Ergul got 3 girtiyên li Îmraliyê tên ragirtin pirsgirêkên derûnî û fizîkî dijîn.” 
 
‘MAFÊ BÊHNVEDANÊ TÊ ASTENGKIRIN’ 
 
Ergul di dewama raporê de bal kişand ser her cûre binpêkirina mafên girtiyan û got li girtîgehên Tîpa F mafê 10 saet yê bêhnvedana girtiyan tê astengkirin û her wiha gelek mafên wan din jî tên desteserkirin. 
 
Ergul di berdewamiya raporê de behsa girtîgehên lê binpêkirina mafan diqewime kir û yek bi yek vegot. 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Li Panosê 9 kes hatin binçavkirin

AGIRÎ – Li gundên Panosê cendirmeyan bi ser gundan de girt û 9 welatî binçav …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir