img

Odeya Avahîsazan: Avahiyên li Sûrê hatine çêkirin, dişibin Zîndana Amedê

AMED – Serokê Odeya Avahîsazan a Amedê Şerefxan Aydin xaniyên nû li Sûrê hatine çêkirin şiband Zîndana Amedê û got: “Wan mîmarên biyanî ku kûçeyên Sûrê nedîtine hilweşandinek dîrokî û sûcê mirovahiyê kirine.”

Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê têkildarî salvegera 4’emîn a ragihandina qedexeya li Sûrê û hilweşandina taxên Sûrê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Odeya Avahîsazan a Amedê Şerefxan Aydin daxuyanî da. Aydin diyar kir ku li Sûra ku wek Mîrateya Çandî ya Cîhanê hatiye tescîlkirin hilweşandina çand û dîrokê pêk hatiye û ev rewş bi bêûsiliyê û bêhiqûqiyê dewam dike. 
 
‘ME ENCAMEK WERNEGIRT’
 
Aydin anî ziman ku ragihandina qedexeya Sûrê duh 4 sal li pey xwe hiştiye û hêj sepanên kêfî li ser Sûrê didomin û pêwîste bîra Sûrê were tazekirin. Aydin da zanîn ku yên bîranînên wan li Sûrê tune ne zilmê li ser wî bajarî dikin û got: “Wan mîmarên biyanî ku kûçeyên Sûrê nedîtine hilweşandinek dîrokî û sûcê mirovahiyê kirine.” Aydin diyar kir ku wan her çiqas li dijî hilweşandin û neheqiyên li Sûrê serî li saziyên erkdar dan û têkoşîna hiqûqî birêve birin jî lê tu encamek ji dozên têkildarî Sûrê wernegirtine. 
 
‘AVAHIYÊN NÛ DIŞIBIN MÎMARIYA GIRTÎGEHÊ’
 
Aydin destnîşan kir ku avahiyên piştî hilweşandina li Sûrê hatine çêkirin bêrêbazî di avahiyên îmîtasyonî de hatine kirin û wiha got: “Ev avahiyên hatine çêkirin dişibin avahiya Zîndana Amedê. Li gorî lêkolînên me kirine van avahiyên hatine çêkirin ne li gorî mîmarî û rihê dîroka Sûrê ne. Di dema çêkirina van avahiyan de di wergirtina ruhsata avahiyan de bêrêbazî hatiye kirin. Projeyên hatine çêkirin ne bi destên mîmarên pispor hatine amadekirin. Yanî hin mîmaran û saziyên pêwendîdar di nava hev de çêkirine.” 
 
‘DIXWAZIN SÛRÊ BÊNASNAME BIHÊLIN’ 
 
Aydin diyar kir ku avahiyên hatine çêkirin li dijî bê nasnamehiştina Sûrê ye û bi vê yekê re jî her roja ku diçe ew di hiqûqê de bi sepanek kêfî re rû bi rû dimînin û hemû rêyên têkoşîna hiqûqî li ber wan tên girtin. Aydin da zanîn ku ew ê wek Odeya Avahîsazan li dijî van pêvajoyên li dijî bajarên wan, xwezaya wan, çanda wan û nirxên wan dîrokî li pêş ketin dê bibin şopînerên meseleyê. 
 
 
 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Li Panosê 9 kes hatin binçavkirin

AGIRÎ – Li gundên Panosê cendirmeyan bi ser gundan de girt û 9 welatî binçav …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir