img

Ocalan rageşiya navbera DYA-Îranê 7 sal berê nivîsîbû: An dê demokratîk bibe an dê belav bibe

STENBOL – Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rageşî û qeyrana di navbera DYA û Îranê de 7 sal berê anî ziman û gotibû “Ji ber Saddam demokratîk nebû çû. Ji ber Esat demokratîk nebû rewşa Sûriye li holê ye. Ger ku Îran û Tirkiye jî demokratîk nebe dê bibe wekî Iaq û Sûriyeyê.” Ocalan ji bo çareseriyê bal kişand ser “Moderniteya Demokratîk”. 

 
Ser welatên Rojhilata Navîn bi sedan sal kaos û şer kêm nabe. Li aliyekî Netew Dewlet û hêzên emperyalist erîşên xwe berdewam dikin û polîtîkayên taybet dixin meriyetê, li aliyê din şerê navxweşî û koçberî gelê herêmê dixe nava qeyranek din. Di salên dawî de her roj mirov tên kuştin û xwîn diherike. Herî dawî DYA Fermandarê Hêza Qudûsê yê girêdayî Mufazakarê Şoreşa Îranê Kasim Suleymanî û Cîgire Serokê Haşdî Şabî Ebu Mehdî el Muhendis kuştin. Gelek alî van geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn pêş dikevin wekî destpêka şerê nû yê cîhanê pênase dikin. Lê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi salan berê bal kişandibû ser vê qeyranê û rageşiyê. Ocalan wekî “3’emîn şerê cîhanê” pênase kiribû. Ocalan, di paraznameyên xwe de şerê ku li Rojhilata Navîn niha pêş dikeve berê dîtibû. Têkildarî şer û qeyrana ku îro pêş dikeve wê demê pêşniyarên çareseriyê kiribû. Ocalan, li dijî qeyrana qeyî Modela “Modernîteya Demokratîk” pêş niyar kiribû. 
 
BI RÊYA BOP’Ê KAOS
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Girtîgeha tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye, li girtîgehê li ser rewşa Kurdan, Tirkiye, Rojhilata navîn û pergalên cîhanê gelek analiz kirin. Li dijî qeyranê gelek pêşniyarên çareseriyê kirin. Ocalan, di girtîgehê de pirtûka “Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk” nivîsî û li ser çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn pêşniyarên çareseriya demokratîk kir. Ocalan di beşek pirtûkaxwe de analîza rojhilata navîn kir û ev hişyarî kirin: “Ger ku mirov rast dîrokê nexwîne, nikare geşedanên di 2 sed salên dawî de li Rojhilata Navîn pêş dikeve analîz bike. Tişta ku Osmanî, Îranî û Cengîz Hanê Mogollaran kir ne ne hêza fatîhê ye. Li pişt wan Pergala Şaristaniya Navendî ku di milê bîrdozî, aborî û eskerî de bûne sazî heye. Di encama hewldana hezar salî de Pergala Şaristaniya Navendî, li Rohilatê Ewropayê di tarza kapitalist de xwe ava kiriye hegemonyaxwe kiriye sazîbûn. Împaratoriyên Îran û Osmaniyan li dijî hegomonyaya cîhana Kapîtalîst di 2 sed salên dawî de êşê dikişîne. Ji ber hesabên hevsengiyên hegemonik destûr dane ku rewşên fosil bên avakirin. Ji bo burokrasiyên Împaratoriyan, tenê rêyek heye ku li Îqtîdarê bimîne, ew jî divê xwe bispêre çend hêzên hegemon û hebûna xwe berdewam bike… Di 2 sed salên dawî de ne tenê li ser Împaratoriya Osmanî, li ser Împaratoriya Îranê jî lîstikvanên sereke, hêzên hegemonik in. Yên din jî figuran in. Pergala Hegemonik, ji xeynî çend şerên pêşeng, belavkirina hegemoniya xwe li ser van amûrên bîrdozî û politik û bi destê tebeqa serdest a çanda Rojhilata Navîn pêk anî û pêş xist. Ev xisûs pir girîng e. Heta rastiya wê demê neyê famkirin rastiya îro nayê famkirin. Heta projeyên pergala hegomon neyê famkirin, dê bi rêya BOP (Projeya Mezin a Rojhilata Navîn” kaosê pêş bixin. xwe ava bikin.”  
 
Ocalan, bal kişandibû ser hovîtiya ku li herêmê pêş dikeve jî û gotibû: “Dema bi kurahî bê analîzkirin, pergala hegemonik, dewlet neteweyên ku li tevahiya cîhanê belav bûne, bi kontrola NY’ê li gorî dixwazin ava dike û hildiweşîne. Mînaka Saddam pir zelal e. Netew Dewletên li Rojhilata Navîn, van pergalan wekî walîtiyên herêmê digirin dest. Ger ku walîtî bibin komar û kralî cewherê wan nade guhertin. Girêdana kêm û zêde palavra ne. Piyê mezin ê pergala cîhana Kapitalist, Netew Dewlet ên bi armanca xizmetê ji hegemonyawê re bikin ava kirine. Netew Dewlet gelên xwe li ser navê parastina pergalê heta tu bixwaze mêtîngeh kirine.” 
 
Ocalan di pirtûkê de dîsa diyar dike ku dibe şerê sêyemîn ê cîhanê dest pê bike û wiha analîz kiriye: “Dema em dibêjin şerê sêyemîn ê cîhanê, em geşedanên heyî li ber çavan digirin. Çekên Nukleer jî di navde çekên herî pêşketî dê bên teqandin. Encam dê ji encama şerê duyemîn ê cîhanê ne cudatir be. Encam dê bêtir giran be. Dema em bi geşedanên deh salên dawî re bînin ber hev, geşedanên pêk bên, dê pir giran be. Ger ku Rejîma Îranê vê rewşê qebûl bike dê bibe sedema mirina wê. Hemû dane, nîşan dide ku dê hewldana li ser herêmê her ku diçe zêde bibe. Pêşketina Sêyemîn ê Şerê cîhanê pêkan e. Ev rewşa bê biryar a hevsengan demdirêj dom nake. 
 
PÊŞNIYARÊN ÇARESERIYÊ
 
Ocalan, dîsa di pirtûka nû de dîsa qala çareseriyê dike û van pêşniyarên çareseriyê dike: “Rêya Çareseriyê di Modernîteya Demokratik re derbas dibe. Çareserî neteweya demokratik e. Bedena wê jî modela Xweseriya demokratik e. Modela Xweseriya Demokratik ne tenê ji bo Kurdan û çareseriya Kurdan, ji bo hemû pirsgirêkên mîna wê çareserî ye. Ji gel û civakên Erebk, Tirk, Îran, Afgan û Kafkasya derbasdar e. Divê hikûmetên Tirkiye, Suriye û Îran bi awayekî siyasî vîna çareseriyê pêş bixin. Wekî pêvajoya dîrokî-civakî jî piştrast dike, hemû pirsgirêkên li van dewletan rû didin, li ser bingehên xweseriya demokratik, siyaseta demokratîk a di nava aştiyê de pêkan e.”  
 
 
Ocalan bal dikişîne ser “Xwesriya Demokratik” wiha analîz dike: “Çareseriya Xweseriya Demokratîk bi du rêyan dikeve meriyetê: Rêya ewil armanc dike ku bi netew dewletan re li hev bê. Divê Destûra Bingehîn a Demokratîk bê avakirin. Divê hurmetdê mîrateya dîrokî û civakî ya gelan û çandan bidin. Divê ev mîrate karibin xwe îfade bikin û xwe azad bi rêxistin bikin. Xweseriya Demokratîk rêgeza bingehîn a van gelan e. 
 
Rêya duyemîn a Xweseriya Demokratik jî xwe naspêre netew dewletê. Projeyên xwe bi xwe dixe meriyetê. Bi her alî şaxên xweseriyademokratik dixe meriyetê. Kurd mafê xwe yê neteweya demokratik dixin meriyetê. Bê guman netew dewleta ku vê rewya yek alî ya neteweya demokratîk qebûl neke dê şer bike û şer zêde bibe. Gelê Kurd dê li dijî van êrîşan ji bo hebûna xwe biparêze û ji bo azad bijî, dê bi awayekî topyekûn seferberiyê îlan bike. Ji xeynî wê çare namîne. Ji niha de bunalima ku netew dewleta li Irak, Îran, Suriye û Tirkiye pêş dikeve nîşan dide ku tenê çareseriya wê tenê Çareseriya Neteweya Demokratîk e.” 
 
Ocalan di pirtûka Parastina Gelekî de jî dîsa bal dikişîne sedema qeyrana li Rojhilata Navîn û Çareseriya wê. Ocalan di sala 2004’na de pirtûka “Parastina Gelekî” nivîsand û bal kişan ser planên DYA yên li Rojhilata Navîn. 
 
 
MA / Ferhat Çelik
 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

Komên çekdar li Rojava berê jinan dikin hedef

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 9 sal in şer didome. Di şer …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir