img

Navenda Jiyanê ya Jinan dest bi xizmetê kir

WAN – Navenda Jiyanê ya Jinan ku di bin banê Miduriyeta Şaredariya Rêya Armûşê de vebû dest bi xizmet dayîna ji bo jinan û zarokan kir. 
 
Li Wanê Navenda Jiyanê ya Jinan a di bin banê Miduriyeta Xizmetên Jin û Malbatan a Şaredariya Rêya Armûşê de hat vekirin ji bo her cûre şideta li dijî jinan û cudakariyê ji holê rake dest bi xizmetê kir. Navend bi dirûşma “Em ji bo jiyan û mafên xwe bi hev re ne” di 20’ê îlonê de ket xizmetê. Navend di heman demê de wê xizmetê bide jinên penaber ên li Wanê jî. 
 
Derûnnas, civaknas û pisporên xizmeta civakî li navndê dixebitin û her wiha bi taybetî ji bo desteka derûnî ya zarokan jî yekîneyek hat avakirin. Derûnnas Fîgan Kepenek a li Miduriyeta Polîtîkayên Jinan dixebite derbarê xebatê wan de agahî dan. 
 
HEM JI BO JINAN HEM JÎ JI BO ZAROKAN 
 
Kepenek bi bîr xist ku polîtîkaya jinan a li şaredariya wan di serdema qeyûm de hatiye girtin û piştî hilbijartina 31’ê Adarê ev yekîne dîsa hatiye vekirin. 
 
Kepenek anî ziman ku xebata bingehîn û sereke ya navendê dê bi pirsgirêkên jinan re eleqedar bibe û got: “Şidet li her deverî belav bûye. Mirov nikare ji navê derkeve. Ji bo serdemek wiha vekirina navendek wiha girîng e.” 
 
‘JIN DIKARIN XWE EWLE HÎS BIKIN’ 
 
Kepenek da zanîn ku ji bo jinan tu qanûn û peyman bi awayek rast nayê pêkanîn û got: “Dema mirov li bajêr digere dibîne ku rastî çi pirsgirêkan tê. Jin her tim bi talûkeya serdest a zilam re rû bi rû dimîne. Ji bo vê yekê jî têkoşîna li hember vê gelek girîng e. Ji bo serlêdanên jinan me vê navendê xisûsî vekir. Me nexwest jin werin avahiya şaredariyê serlêdanên xwe bikin. Armanca me ew e jin bi vê navendê bêtir xwe di ewlehiyê de hîs bikin. Jin li vir hem muxatabê xwe dibînin û hem jî dikarin bi pisporên mijarê re biaxivin. Me ji bo zarokên bi dayikên xwe re werin vir jî vekir. Em raste rast xizmetê didin jinan. Em desteka derûnî jî didin zarokan. Em ji bo hemû mafên jinan hemû derfetan diafirînin. Ji bo çareseriya pirsgirêkan ev navend gelek girîng e.”
 
DÊ 24 SAET Û 7 ROJ XIZMETÊ BIDIN 
 
Kepenek destnîşan kir ku ew xizmetê pêşkêşî hemû jinan dikin û her wiha navenda wan bi pirsgirêkên jinên penaber ku di demên dawî de li Wanê zêde bûne re jî dibe alîkar. Kepenek diyar kir ku dikaribin şidetê kêm bikin û ji hemû pirsgirêkên jinan re bibin bersiv dê 24 saet û 7 rojan bixebitin. 
 
‘TABLOYEK TIRSÊ HEYE’ 
 
Kepenek da zanîn ku wan ji roja navendê vekirine ve heta niha 3 jinan serî li saziya wan daye û got: “Hêj însan ji vekirina vir ne agahdar in. Ev hêj bû heftiyek me vekir lê serlêdanên ji me re hatine di esasê xwe rewşa xeterî ya li bajêr xwe radixîne ber çavan. Ne xetere di esasê xwe de ev yek tirsandinek mezin e. Divê jin êdî dizanibin ku dema problemek wan çêbû saziyek wan heye û dikarin werin xwe di ewlehiyê de bibînin. Heke dema şidet pêk divê teqez jin xwe bigihînin me. Em dibêjin bila hemû jinên rastî cudakarî û şidetê tên serî li saziya me bidin. Em dibêjin ku ev pirsgirêk dikarin bi piştevaniyê werin çareserkirin.” 
 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Piştevaniya Jin a Sûltangaziyê hewl dide bibe komele

STENBOL – Endamên Piştevaniya Jin a Sûltangaziyê, bi derameta ku ji konserveyên çê dikin dixwazin …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir