img

Malbata Şehrîban Çatê: Em dixwazin cezayê herî giran lê bê birîn

MÊRSÎN – Li Mêrdînê, zilamê bi navê Mehmet Salîh Kirmizigul ku Şehrîban Çatê kuştibû, kuştina Çatê înkar kiribû û gotibû “ji mêrdevanê ketiye”. Malbata Çatê jî bertek nîşan da û got: “Nexwe ji dêvla ku bibirana nexweşxaneyê çima ew xistiye bin qenepeyê?”

 
Li Taxa Yenîşehîr a navçeya Artûklû ya Mêrdînê, di 15’ê Çileyê de zilamê bi navê Mehmet Salîh Kirmizigul, Şehrîban Çat a 28 salî kuştibû. Piştî vê Kirmizigul bi tawanbariya “kuştina bi qesdî” hat girtin. Bersûc Kirmizigul, di îfadeya xwe ya li midûriyeta emniyetê de gotibû, di nav wan de hesûdî hebûye, ji ber vê ketne qirika hev û gava ketine qirika hev şemitiye ji nêrdewanê ketiye erde. Lê belê gava polîsan malê sehî kiribû, polîsan Şehrîbanê di bin qenepeyê de bi awayekî jixweveçûyî dîtibû. 
 
Malbata Çatê, destnîşan dike ku ev cinayet e. Dayik Nesîre Bîlmez (61), anî ziman ku mehek berê keça wê ji bo şoxulandinê çûye Mêrdînê. Bîlmez, diyar kir ku keça wê bi texsiyê çûye mala bersûc û gava ketiye hundur telefonî wê kiriye û paşê telefonî texsîvan kiriye. Bîlmez, bilêv kir ku teksîvan jî telefonî polîsan kiriye û polîs çûne malê. Bîlmez, diyar kir ku keça wê bi awayekî jixweveçûyî hatiye dîtin û piştî wê rakirine nexweşxaneyê 2 roj şûnde jiyana xwe ji dest daye. 
 
Bîlmez, diyar kir ku 4 sal berê keça wê dev ji hevjînê xwe berdaye û zarokek wê yê 4 salî heye. Bîlmez, anî ziman ku bersûc û keça wê ketine qirika hev û bersûc keça wê bi awayekî birîndar xistiye bin qenepeyê. Bîlmez, destnîşan kir ku bersûc ji dêvla ku keça wê bibe nexweşxaneyê rabûye xistiye bin qenepeyê. 
 
Dayik Bîlmez xwest cinayetên jinan bi dawî bibin. 
 
‘ÊDÎ BES E’
 
Xwişk Gulşen Bîlmez jî anî ziman ku bersûc gava xwestiye xwişka wê bifetisîne stuyê wê û pozê wê şikandine. Bîlmez, diyar kir ku bûyer li ber çavê biraziya wê qewimiye û xwest cezayê herî giran li bersûc bê birîn. Bîlmez, got: “Êdî em newêrin li kuçeyan jî bimeşin. Canê me çû. Êdî bes e. Bila dengê me bibihîsin. Em ê dev ji vê yekê bernedin. Her hefte jin tên kuştin. Êdî bes e”. 
 
Bira Kadîr Bîlmez jî destnîşan kir ku xwişka wê bi awayekî hovane hatiye kuştin û xwest cezayê herî giran li Kirmizigul bê birîn. 
 
MA / Ergîn Çaglar
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Başaran: Xweparastin rêxistinbûyîna me ye

ENQERE – Berdevka Meclîsa Jina ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku ew ê …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir