img

Li xebatkarê Azadiya Welat 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birîn

MÊRDÎN – Dadgehê di doza darizandina xebatkarê Azadiya Welat Nîzamettîn Yilmaz de, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birî. 
 
Danişîna doza darizandina xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat a bi Biryara Hikmê Qanûn (KHK) hat girtin Nîzamettîn Yilmaz ê di 28’ê Adara 2018’an li navçeya Dêrik a Mêrdînê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin û di 26’ê Hezîrana 2019’an de hat berdan, hat dîtin.
 
Danişîn li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Yilmaz tevlî danişînê ne bû, lê parêzerê Wî Mehmet Emîn Dûrsûn di danişînê de amade bû. Piştî danasîna nasnameyê, danişînê dest pê kir. Dozger di danişîn de xwest Yilmaz bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” bê cezakirin. 
 
Parêzerê Yilmaz Dûrsûn dûre mafê axaftinê girt û ev parastin kir: “Em mutalaeya dozger qebûl nakin. Ez parastina berê ya muwekîlê xwe dûbare dikim.” 
 
Dûrsûn, da zanîn ku muwekîlê wî di sala 2016’an de berî ku rojname bê girtin belav kiriye û wiha got: “Nabe ku xebata rojnamegertiyê weke endamtiya rêxistinê bê qebûlkirin. Di hiqûqê de jî ev nayê qebûlkirn. Muwekîlê min ji pişika xwe nexweşe. Ji ber vê nekarî beşdarî danişînê bibe. Ji ber vê daxwaza beraeta muwekîlê xwe dikim.”
 
Şandeya dadgehê piştî navberek kurt, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Yilmaz birî. Dadgehê dûre cezayê li Yilmaz birî, daxist 6 sal û 3 mehan. 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Siyasetmedar Ahmet Turk rakirin nexweşxaneyê

NAVENDA NUÇEYAN – Siyasetmedar û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku ji peyvirê …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir