img

Li Farqînê agir bi daristanê ket

 
 
AMED – Li gundê Xapa, Mala Hirmo û Çiyayê Hecî Çerkez ên girêdayî Farqînê şewat derketiye û gelek dever şewitîne.
 
Li herêma gundê Xapa, Mala Hirmo û Çiyayê Hecî Çerkez ên girêdayî navçeya Farqînê ya Amedê ji pêr ve agir bi daristanê ketiye û bi mudaxileya gundiyan îro hat vemirandin. Gundiyan ragihand ku şewat bi zanebûnî agir bi daristanê hatiye xistin û bi derfetên xwe yên heyî agir tefandine. Her wiha gundiyan ragihand ku ji ber agir bi sedan donim şewitiye. 
 
Salên berê jî li vê herêmê şewat derketibû û dar û devî şewitî bûn.
 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Du xwişk û birayên nexweş: Tedawî, derman û paqijî tuneye

MÊRDÎN – Girtiyê nexweş Haşîm Gezer ê di Girtîgeha Xarpetê de, diyar kir ku dibin …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir