img

Li Colemêrgê, di salekê de 337 esnafan dikanên xwe girtine

COLEMÊRG – Li Colemêrgê, ji ber krîza aborî di nav salekê de 337 esnafan dikanên xwe girtiye. Serokê Yekîtiya Esnaf û Sinhetkaran a Colemêrgê Mûharrem Tekîn, anî ziman ku li bajarê wan sê deriyên sînor hene, lê belê ne îthalat ne jî îxracat tê kirin. 

Li Colemêrgê, ji ber krîza aborî di nav salekê de 337 esnafa dikanên xwe girtiye. Serokê Yekîtiya Esnaf û Sinhetkaran a Colemêrgê Mûharrem Tekîn, anî ziman ku ji ber polîtîkayên şaş ên hikûmetê her diçe rewş xirabtir dibe. 
 
Tekîn, da zanîn ku bi hezaran esnaf ji bo deynê xwe bidin ji bo krediyê serî li bankeyan dane û got, ji ber ku esnafan nikaribûye krediyên xwe bidin ketine nav pençikê hezcê. Tekîn, diyar kir ku her wiha ji ber vê rewşê esnaf mecbûr mane xebatkarên li cem xwe jî ji kar derxin û ev yek her diçe zêdetir dibe. 
 
POLÎTÎKAYÊN ŞAŞ 
 
Tekîn, destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên şaş ên hikûmetê her diçe rewş xirabtir dibe û got: “Sala 2019’an ji bo esnafan saleke xirab bû. Ji ber polîtîkayên şaş ên partiyên siyasî, kûrên dowîzî zêde bûn û tesîreke nebaş li aboriya welat kirin. Gel nikare tiştekî bikire. Ev yek tesîrê li esnafan jî kiriye. Esnafên me ji ber nikarin deynê xwe bidin serî li krediyan dane”. 
 
Tekîn, diyar kir ku li bajêr hema bêje esnafan hemûyan kredî kişandiye û got: “Esnaf ji bo karên xwe mezin bikin krediyan dikişînin. Lê belê di sala 2019’an de ji ber rewşa aborî esnafan sirf ji bo deynê xwe bidin kredî kişandine û niha nikarin krediyê bidin”. 
 
Tekîn, da zanîn ku di sala 2018’an de 200 û di sala 2019’an de jî 337 esnafên girêdayî odeya wan dikanên xwe girtine û got: “Di sala 2019’an de 437 esnafan dikan vekirine û 337 esnafî jî dikan girtine. Di sala 2018’an de 590 kargeh hatin vekirin û 200 esnafî jî dikanên xwe girtine. Gava em li van hejmaran dinerin em dibînin ku hejmara dikanên nû hatine vekirin, li gor ên tên girtin du qatan kêm bûye. Ev tenê hejmarên fermî ne, gelek esnafên ku qeyda wan tuneye jî dikanên xwe girtine”. 
 
JI MECBÛRÎ XEBATKAR DERXISTIN
 
Tekîn, da zanîn ku li bajêr 3 hezar û 662 esnaf li qeydkirîne û got, niha ji ber krîzê esnaf dikanên xwe biçûk dikin û ji mecbûrî xebatkarên li cem xwe ji kar derdixin. 
 
3 DERIYÊN SÎNOR HENE LÊ…
 
Tekîn, destnîşan kir ku li bajêr deriyên sînor ên Îran û Iraqê hene û got, her çend Deriyê Sînor ê Esendereyê di kategoriya A’yê de be jî tiştek neguheriye û got: “Ev deriyê sînor, deriyê bazirganiyê ye. Wê daxilî kategoriya A’yê kirin. Ji bo rê li be rîthalat û îxracatê bê vekirin. Her wiha li Çelê jî Deriyê Sînor ê Uzumlu heye. 5 sal berê hatiye vekirin. Lê mixabin niha bazirganî nayê kirin û nahêlin kes tê re biçe. Em dixwazin bê vekirin”. 
 
Tekîn, diyar kir ku heger li her sê deriyan destûra ji bo bazirganiyê bê dayîn wê pir bi kêrî bajêr bê. 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

‘Qezenc tune, lêçûn pir in’

MÊRDÎN – Welatiyên ku ji ber krîza aborî êdî nikarin ji bin fatûreyan derkevin, gazin …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir