img

Li Çewligê tundiya zilam: Tundiyê li hevjîn û zarokên xwe dike

ÇEWLIG – Li gundê Gamêşan ê girêdayî navçeya Kanîreşê Hasan E. tundiya fizîkî li hevjîna xwe S.E. û zarokên xwe kir. Dîmenên tundiyê li ser medya civakî hat belavkirin û pişt re Hasan E. hat binçavkirin. 
 
Li gundê Gamêşan ê girêdayî navçeya Kanîreşa Çewligê bûyerek tundiyê qewimî. Hat zanîn ku Hasan E. tundiya fizîkî li hevjîna xwe S.E. û zarokên xwe keçik kiriye. Bûyera tundiyê di 2’yê tebaxê de diqewime û keça S.E. dîmenên tundiyê digire. Dîmenên tundiyê li ser medya civakî hat belavkirin û ev tundî di dîmenan de derket holê. 
 
Di dîmenan de S.E. li erdê ji ser hişê xwe çûyî tê dîtin û Hasan E. tundiyê lê dike. Di dewama dîmen de her sê xwişkên hev tundiya li dijî dayika xwe asteng dikin û vê carê bav li wan jî dide. 
 
Piştî ku ev dîmen li ser medya civakî hat belavkirin Hasan E. duh êvarê ji aliyê cendirmeyan ve hat binçavkirin. 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Başaran: Xweparastin rêxistinbûyîna me ye

ENQERE – Berdevka Meclîsa Jina ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku ew ê …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir