img

Komeleyên Dersîmê: Neçîra pezkoviyan perçeyekî êrîşan e

ENQERE – 10 rêxistinên civakî ku di navde Komeleyên Dersimê jî hene, li dijî destûra neçîra Pezkoviyan daxuyanî dan û gotin: “Ev yek,  perçeyê şer û êrîşên bi pergal ên li dijî Kurd û Elewiyên Dersimê ye.” 
 
Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD), Komeleya Li Dijî Komkujiya Dersîmê (DSKD), Komeleya Xinis (Xınıs-Der), Komeleya Kormeşiyan (KD), Navenda Çanda Koçkîrî (KKM), Înîsiyatifa Kurecîkiyan (KÎ), Înîsiyatifa Karakoçan, ya Swêd, Federasyona Komeleyên Mereşê û Komeleya Piştevanî û Çanda Gumgumê (Varto-Der), têkildarî biryara Wezareta Daristan û Çandiniyê ku destûrê dide seyit û neçîra Pezkoviyên Çiyê yên li Dersimê daxuyanî dan. Rêxistinên elewiyan û komeleyên Dersimê bertekên xwe anîn ziman û gotin: “Ev yek,  perçeyê şer û êrîşên bi pergal ên li dijî Kurd û Elewiyên Dersimê ye. Em bang li hemû gelê Dersimê, rêxistinên Elewiyan ên Dersimê dikin ku xwe bi rêxistin bikin. Em bang li Konseya Ewropa, Yekitiya Parastina Xwezaya Navneteweyî, Tevgera Ekolojiyê, Hezkerên Sewalan û parazvanên xwezayê dikin ku erk û berpirsiyarê bidin ser milê xwe.” 
 
 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Li Amedê wê ji bo çêkirina hin avahiyan 3 hezar û 500 dar bên birîn!

AMED – Li texma Midûriyeta Herêmê ya 9’an a Rêbejahiyê, hin darên temenê wan sedsal …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir