img

Jinên HDP’î ku hatibûn binavçavkirin hatin berdan

ÊLIH – Jinên HDP’î ku li Êlihê xwestibûn bi daxuyaniyeke çapameniyê balê bikişînin ser cînayetên jinan hatibûn binçavkirin, hatin berdan.  
 
Li Êlihê, endamên Meclisa Jinan a HDP’ê ku îro serê sibehê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya li Ser Jinê de xwestin bi daxuyaniyeke çapemeniyê bal bikişînin ser cînayetên jinan, ji aliyê polisan ve hatin binçavkirin. 
 
Polisan, Cîgira Hevseroka HDP’ê ya Bajar Gulcemal Erdînç jî di nav de 11 jinên hatin binçav kirin, birin Miduriyeta Polisan a Êlihê. Polisan jinan bi muxalefeta Qanûna Meş, Pêşandan û Civînan sûcdar kir.  
 
Jinên ku mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anîn, bi fermana dozgeriyê hatin berdan.   

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Li Panosê 9 kes hatin binçavkirin

AGIRÎ – Li gundên Panosê cendirmeyan bi ser gundan de girt û 9 welatî binçav …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir