img

Jinan li gelek bajaran bertek nîşanî binçavkirinan dan

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek bajaran li dijî operasyonên binçavkirinê yên li Amed û Dîlokê pêk hati, daxuyanî hatin dayîn û bertek hatin nîşandan. Di daxuyaniyên hatin dayîn de, hat diyarkirin ku operasyon û zextên qirkirina jinan ên AKP’ê dê nekarin wan têk bibin. 

 
Operasyonên binçavkirinê yên li Amed û Dîlokê hatin lidarxistin û binçavkirina Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin û Edîtora Jinnewsê Ayşe Guney, gelek jinan, nûner, rêveber û endamên rêxistinên civaka sivîl, li gelek bajaran hat şermezar kirin.
 
Li Mêrdîn, Şirnex, Agirî, Enqere, Êlih, Stenbol, Edenê, Mêrsîn, Semsûrê û Rihayê, bi tevlîbûna endam û rêveberên Meclîsa Jinan a HDP’ê, Rêxistinên HDP’ê yên bajaran, Aktivîstên TJA’yê, nûner û rêveberiyên rêxistinên civakî daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyên hatin dayîn de, operasyon, êrîş, tayînkirina qeyûm, binpêkirinên mafan, binçavkirin û girtinên bêmaf û bêhiqûq hatin şermezar kirin û daxwaza berdana jin û kesên dibin çavan de hat kirin. 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Li pêş nexweşxaneyê nobeta ‘Piştevaniya jiyandinê’

STENBOL – Malbatên parêzerên girtî Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal ên ji bo “darizandina bi …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir