img

Ji Temellî banga navneteweyî: Li dijî polîtîkayên şer ên Erdogan derin

ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temllî li dijî operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga navneteweyî kir û ev tişt got: “Em bang li YE û NY’yê tev dikin û dibêjin ji polîtîkayên şer ên Erdogan bibêjin rawest e. Wisa bi daxuyaniyên kurt na. Bibêjin rawest e. Belê bibêjin rawest e.”

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di komcivîna partiya xwe de axivî û têkildarî mijarên di rojevê de nirxandinan kir. Temellî derbarî operasyona muhtemel a Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rohilatê Sûriyeyê de axivî û bang li civaka navneteweyî kir û xwest ku polîtîkayên şer ên Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan rawestînin. 
 
‘EM ŞER NAXWAZIN’ 
 
Temellî têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Em tev bi hev re bibêjin; Ji şer re na. Em şer naxwazin. Ji ber vê yekê em ji vir bi awayekî bi hêz dibêjin; ji şer re na. Em bang li gelên Tirkiyeyê, hemû gelên Rojhilata Navîn û gelên Ewropayê dikin ji bo dijberiya şer bên gel hev. Çawa ku beriya 17 salan me ji kesên ku ji şer xwedî dibûn re got na, em îro jî vî şerî naxwazin.
 
Heke em li dijî kesên şer dixwazin vîna aştiyê bi awayekî hêz dernexin holê, dê hilweşandin gelek be. Dê bedêla vê bobelatê zarokên me, nifşên nû bidin. Hûn dayik, ji bo ku zarokên we di şer nemirin, dayikên kurd û tirk li virin. Dê li Meclisê bilindkirina dengê aştiyê berdewam bikin. Çiqas hewl bidin ku asteng bikin jî dê nikaribin dengê aştiyê asteng bikin. Em daxwaz dikin ku vê operasyona dagirkirinê ku di qada navneteweyî de tu qebûlkirineke wê tuneye, bê rawestandin. Dibêjin ku ‘di dawiyê de şer dest pê dike’. Divêqê mizgîniyê didin. Em naxwazin ku ev şer dest pê bike. 
 
Her wiha em di serî de bang li Yekitiya Ewropayê (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) û civakê tev dikin û dibêjin ji polîtîkayên şer ên Erdogan bibêjin rawest e. Wisa bi daxuyaniyên kurt na. Bibêjin rawest e. Belê bibêjin rawest e. Nexwe ev şer dê bi şewitandina Rojhilata Navîn û Bakurê Sûriyeyê bi sînor nemîne. Dê hemû Cîhanê bikişîne nav vî şerî.” 
 
Hurgilî tên…

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Erdogan û Pûtîn hatin gel hev

NAVENDA NÛÇEYAN – Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, têkildarî geşadanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir