img

Ji bo girtiyên nexweş li Stenbol û Enqere çalakî

STENBOL/ENQERE –  Parazvanên mafên mirovan li Stenbol û Enqereyê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, çalakî li dar xistin û xwestin girtiyên nexweş serbest bêne berdan. 
 
Parazvanên mafên mirovan li Stenbol û Enqereyê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş çalakî li dar xistin û xwestin girtiyên nexweş serbest bên berdan. Li Stenbolê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê di hefteya 433’an de li ser medya civakî çalakiya “Rûniştina F” berdewam kirin. Endama Komîsyonê Meral Nergis Şahîn daxuyanî da û bal kişand ser rewşa Kemal Gomî yê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê. 
Şahîn, anî ziman ku li Tirkiyeyê di sala 19’ê Kanûna 2000’an de li girtîgehan komkujî pêk anîn û girtî bi zorê ji odeyan derxistin û wiha got: “Li girtîgehên Tîpên F bi rêk û pêk işkence heye. Tecrîd heye. Girtiyên ku cezayê giran ê muebetê li wan biriye rewşa wan xerab e. Niha mafê girtiyan ê ziyaretan û mafê wan ê civakî bitemamî ji destê wan hatiye girtin. Êdî tecrîd rewa û asayî kirine. Tecrîd jî îşkence ye.” 
 
Şahîn bal kişan  ser rewşa Kemal Gomî û wiha got: “Kemal di sala 1969’an de ji dayik bûye. Di sala 1993’an de hat girtin. Ewil birin Girtîgeha Umraniye. Heta sala 1997’an darizandin. Di sala 2005’an de cezayê muebetê erê kirin. Di 19’ê kanûna 2000’an de piştî komkujiya li girtîgehan sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandiya ya Kocaeliyê kirin. Saziya Tipa Edlî di sala 2010’an de rapora ‘Nikare li girtîgehê bi tenê bijîn.” Lê niha di hucreya yek kesî de tê girtin. Li gel raporê jî hêj Gomi nehatiye berdan. Malpat û parêzeran serî li DMME’ê dan. DMME’ê jî di sala 2019’an de biryar da û xwest di demek herî dêj de serbest bê berdan. Niha nezî 3 salin li Girtîgeha Tîpa R a Metrisê girtî ye. Niha di yek hucreyê de tê girtin. Divê Kemal Gomî ku gelek nexweşiyên girn pêre hene bê berdan.” 
 
ENQERE 
 
Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî li Enqereyê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtyê nexweş Yusuf Yakşî daxuyanî da. Înîsiyatifê di hefteya 305’an de li Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê daxuyanî da. Di civînê de Endama Lijneya Navendî ya ÎHD’ê Nuray Çevirmen, daxuyanî da û diyar kir ku bi hezaran girtiyên nexweş li girtîgehê li dijî mirinê têdikoşin û wiha got: “Bi hezaran girtiyên nexweş di şertên bê tenduristî de girtî ne. Gelek girtî nayên dermankirin. Em ê vê hefteyê balê bikişînin ser rewşa Yusuf Yakşî yê li Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 1 a Sîncanê. Yusuf Yakşî nexweşê pençeşêrê ye. Yakşî 30 salin girtî ye. Dema li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê bû nexweş ket.Piştî tahlîlan di 14’ê Teaxa 2019’an de tespît kirin ku di qirika wî de kîtle heye. Yakşî bi nexweşiya pençeşêrê ya qirikê ye. Gelek zor û zahmetiyan dijî. Em ji jiyana wî bi fikar in. Divê bi lez Yakşî serbest berdin.” 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Li pêş nexweşxaneyê nobeta ‘Piştevaniya jiyandinê’

STENBOL – Malbatên parêzerên girtî Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal ên ji bo “darizandina bi …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir