img

Ji ber nimêja înê ya sivîl 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn

AMED –  Mele Abdulkadir Anar ji ber ku di “nimêja înê ya sivîl” de li pêşiya cemaetê nimêj kiribû 6 sal û 3 meh cez alê hatibû birîn. Dadgeha Îstinafê cezayê li Anar hat birîn pesend kir. 

 
Li herêmê ji ber Serokatiya Karên Diyanetê li mizgeftan nedihişt xutbe bi kurdî bê kirin, gelek meleyên kurd li hemberî vê nimêja înê ya sivîl dabûn destpêkirin. Yek ji van meleyan Abdulkadîr Anar ê 64 salî bû. Ji ber nimêja înê ya sivîl dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Anar birîbû. Dadgeha Îstinafê jî cezayê li Anar hat birîn pesend kir. 
 
Dadgeha Cezayê Giran a 8’an a Amedê, bi îdiaya “nimêja înê ya sivîl daye kirin, li ser cenazeyên endamên PKK’ê nimêj kiriye, çûye şîn û mewlûdên wan û ji ber tev li xebat û daxuyaniyên BDP’ê bûye, rûxandina gorên endamên PKK’ê şermezar kiriy” bi tawanbariya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh ceza li Anar birîbû. 
 
Li ser vê parêzerê wî Soran Haldî Mizrak, ji bo xirakirina vê biryarê serî li Daîreya 18’an a Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê dabû, lê belê dadgehê serlêdana wî red kir û cezayê li Anar hat birîn pesend kir. 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

148 welatî li Amedê ji ber şewba vîrûsê têne dermankirin

AMED – Li Amedê ji ber şewba vîrûsa Covid-19, 148 welatî li nexweşxaneyên cuda têne …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir