img

Janên êşa Roboskî danakeve: Dosya komkujiyê ji serî de dest pê dike

ŞIRNEX – Di ser komkujiya Roboskê ya 19 jê zarok 34 welatiyên Roboskê hatin kuştin re 8  sal derbas bûn. Li dijî faîlên ku ji aliyê Dadgehên herêmî, AYM û DMME’ê ve bê ceza hatin hiştin, bi delîlên nû dosya ji nûve şandin pêş Dozgerê Komarê yê Qilebanê. 

8 sal berê di 28’ê Kanûna 2011’an li gundê Roboskî yê bi ser navçeya Qilebana Şirnexê, di bombebarana balafirên şer ên Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) de 19 jê zarok 34 welatî hatin kuştin. 8 sal borîn, lê hêj kiryar û berpirs nehatine darizandin. Rayedarên hikûmetê hemû sozên bi boneya kiryaran derxin holê dan malbatan jî bi cih neanîn. Piştî dadgehên li Tirkiyeyê dosyaya Roboskî red kirin, parêzeran dosyeyê şand Dadgeya Mafên Mirova ya Ewrûpa (DMME) û bi hêceta “hemû rêyên hiqûqa navxweyî neqediyane” hat redkirin. Ji ber dosye hat girtin parêzerên malbatên Roboskî carek din delîl kom kirin û serî li Dozgeriya Komarê ya Qilebanê dan. 
 
Beriya komkujiyê medya AKP’ê heta roja dîtir qet nûçe derbas nekirin û çav û guhê xwe girtin. Piştî Serfermandarê Artêşê daxuyanî da û şûnde medya hawiz a hevkarên AKP’ê nû nûçe derbas kirin. Medya hawiz vê carê bi manşetên “Şaşiya mirovan qehr dike (Kahreden Hata)” û “Qezayek operasyonê (Bir operasyon kazasi)” nûçe serwîs kirin û xwestin ser rûyê rastiyê veşêrin. 
 
Serokomarê Tirkiyeyê yê demê Tayyip Erdogan, wê demê daxuyanî da û got: “Komek 30-40  kes heye. Qantir û mirov hene. Li wê bilindahiyê Ahmet e ? Mehmet e? ne pêkan e mirov zanibe. TSK’ê erka xwe sasîmî kiriye. Me tazmînat jî aşkere kir. Lê hinek îstîsmar dikin. Me zêdeyî tazmînata fermî kir. Ma îlahî em daxwaza terorêpêk bînin. Bila li qisûrê nenerin” 
 
Erdogan  di pêvajoya ‘Çareseriyê’ de jî got: “Faîlên vê bûyerê dê di tariya şevê ya Enqereyê de winda nebe” û piştre jî dozger û dadger dawet kirin ku vê bûyerê di tariyê de bihêlin û faîlan bê ceza bihêlin. Berdevkê hikûmetê yê wê demê û endamê Lijneya îstîşareya Bilind a Serokomariya îro Bulent Arınç jî piştî civîna lijnewa wezîran a 2’ê Çileya 2012’an got: “Bûyer ne bi zanebûn e”. Rayedarên hikûmetê jî heman daxuyanî dan. 
 
Serdozgerê Komarê yê Amedê jî di 8’ê Çileya 2012’an de dest bi lêpirsînê kir. Der barê lêpirsînê de biryara veşartinê da. Di 9’ê Çileya 2012’an de bi piranî ji parlamenterên AKP’ê pêk tê, Komîsyona Jêr a Qilebanê ya Qomisyona Mafên Mirovan a Meclîsê hat avakirin. Di 6’ê Adara 2013’an de der barê komkujiya Roboskî de rapor amade kir. Di encama raporê de got “Bûyer bi zanebûn pêk nehatiye û tu delîl nehatiye dîtin” 
 
RAYEDARÊN ESKERÎ PARASTIN
 
Piştî komîsyona jêr rapora xwe aşkere kir, di 29’ê Adara 2013’an de Serfermandarê Giştî yê wê demê Necdet Ozel got “Li pişt kesên hatin kuştin PKK heye” û piştî vê gotinê Serdozgerê Komarê yê Amedê serlêdna sûc ya malbatan betal kir û biryara bêşopandinê da. Serdozger hinceta betalkirina lêpirsînê spart gotina Ozel. Piştî komîsyona meclîsê ya mafên mirovan jî rapor aşkere kir, di Hezîrana 2013’an de Serdozgerê Komarê yê Amedê got “Bi zanebûn nebûne sedema kuştinê” der barê dosyayê de biryara bêşopandinê da û dosya şand Dozgeriya Eskerî ya Serfermandariyê. Serdozgeriya Komarê ya Serfermandariyê jî di 7’ê Çileya 2014’an de der barê Fermandarê Tumena Sînor a Cendirmeyan Tumgeneral Îlhan Boluk, Fermandarê Asayişa Cendirmeyan Korgeneral Yildirim Guvenç, Serokê îstîxbatata Fermandariya Artêşa 2’emîn Serheng Aygun Eker, Tuggeneral ê 2’emîn Sazumankare Tevgera Arteşê Halil Erkek û Serokê Daîreya Nirxandin û Analîza îstîxbaratê ya 2’emîn Ali Rıza Kugu de biryara pêşopandinê da. 
 
Malbatan biryara bêşopandinê ya eskerî îtîraz kir û di 20’ê Hezîrana 2014’an de îtîraza malbatan red kir. 
 
Parêzerên malbatan di navbera sala 2014-2018’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di 26’ê Sibata 2016’an de bi hinceta ji 53 parêzerên serlêdan kiriye wekaletnameya 3 parêzeran tune ye, bi hinceta ewraq kêm e red kir. Bi 281 serlêdanan dosya şandin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME). DMME jî piştî 2 sal şûnde di 17’ê Gulana 2018’an de bi hinceta rêya hiqûqa navxweşî bi dawî nebûye serlêdana parêzeran red kir. Têkildarî vê ykê Siyasetmedarên Kurd û Serokê Baroya Şirnexê Nuşirevan Elçî û parêzerên baroyê wekî berpirsiyar hatin dîtin. 
 
5 SAL ŞÛNDE DUYEMÎN KOMKUJIYA ROBOSKÊ PÊK HAT
 
Malbatên Roboskê piştî komkujiya ewil dîsa rastî êrîş û tundiya eskeran hatin. Her dem ji malbatên Roboskê xwestin bibin cerdevan. Di 29’ê Gulana 2016’an de dema bazirganî dikirin, eskeran bi topan Roboskiî kirin hedef. Di bûyerê de Yilmaz Encu yê 18 salî û Vedat Encu jiyana xwe ji dest dan. 
 
ÇALAKÎ QEDEXE KIRIN
 
Piştre çalakiyên ku her pêncşem bi dirûşma “Ji bo Roboskî edalet, bila faîl bên darizandin” hatin qedexekirin. Malbatên ku her hefte bi israr çalakiya xwe li dar dixistin, piştî biryara DMME’ê navber dan çalakiyan. Heta niha der barê berpirsiyaran de tu gav nehat avêtin. Rayedarên darazê dîsa malbatên Roboskê kirin hedef. Der barê malbatên Roboskê de bi dehan lêpirsîn û doz hatin vekirin. Cezayên pereyan li malbatan hatin birîn. Bi dehan welatiyên ji bo Roboskê edalet xwestin hatin girtin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu hat girtin û 3 salan girtî ma. Piştî Ferhat Encu hat berdan vê carê birayê wî Velî Encu girtin. Veli Encu hêj girtî tê darizandin. Komeleya Roboskî Der a di sala 2013’an de hat avakirin, bi KHK’ê di sala 2017’an de hat girtin. 
 
Malbatan ji bo edaletê 357 hefteyan li ser hev her Pêncşem, li Goristana ku bi mermerên reş ava kirine, daxuyanî dan û edalet xwestin. Li gel ku dosya hat girtin jî malbatan têkoşîna xwe berdewam kir. Malbatên Roboskê li ser goristanê gotin “Edalet li cihê edalet bi dawî bûye dê bilind bibe” biryara têkoşîna xwe dan. 
 
Parêzeran piştî biryara AYM û DMME’ê dîsa ji Wezareta Dadê xwestin ku biryara Dozgeriya Eskerî ya “Bêşopandinê” a ku Dadgeha Cezayê Sulhê ya Eskerî erê kiriye bê rakirin. Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê ku Wezîrê Çavkaniyên Enerjî û Tabiyê Berat Albayrak beşdarî tv bû û gotin gotin, parêzeran li Serdozgeriya Komarêya Amedê di Hazirana  2019’an de serlêdan kirin. Piştî dozgerê komarê yê Amedê der barê dosyayê de biryara “ne bes e” da Parêzeran, dosya ji nûve şandin Dozgeriya Komarê ya Qilebanê. Dosya nêzî 6 mehin ji bo lêkolînê tê rawestandin. 
 
Parezêraen anîn ziman ku lêkolîna wan a delîlan didome û piştî delîlên nû dê dosyayê ji Hekîmtiya Cezayê Sulhê bixwazin. Parêzeran anîn ziman ku divê di vê mijarê de bi hêvî bin û ji bo bigêjin edaletê dê têkoşîna xwe berdewam bikin. 
 
SIBÊ: Parlamenterê HDP’ê Ferhat Encu û malbatên Roboskê roja bûyerê vegotin. 
 
MA / Ahmet Kanbal – Mujdat Can
 
 
 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Ocalan: Feraseta îqtîdarê ya ol, feraseta olê bi maske ye

NEVENDA NÛÇEYAN – Îqtîdara AKP’ê muzeya Ayasofya kir mizgeft û di 24’ê Tîrmehê de bi …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir