img

Hewldana 15’ê Tîrmehê: AKP destûr nade berpirsiyar aşkere bibin

ENQERE – Di ser hewldana 15’ê Tirmehê re 4 sal derbas bûn. Lê hêj berpirsiyarê esasî nehatine ronîkirin û cezakirin. Endamê Komîsyona Lêkolîna Hewldana Darbeyê yê CHP’ê Prz. Sezgîn Tanrikulu, diyar kir ku ji bo berpirsiyarên esil bên ronîkirin û aşkerekirin AKP dibe asteng. Prof. Dr. Cem Kaptanoglu jî anî ziman ku piştî hewldana darbeyê xwestin civak razî bibe, lê êdî civak ji vî halî razî nabe. 

 
Li Tirkiyeyê di 15’ê Tîrmeha 2016’an de hewldana darbeyê pêş ket. Di ser hewldana 15’ê Tîrmehê re 4 sal borîn. Eskerên ku tê gotin endamên Cemaeta Fethullah Gulen bûn û di nava TSK’ê de bi cih bûbûn, dest bi vê hewldanê kirin. Di şeva hewldanê de 251 kesan jiyana xwe ji dest dan. 2 hezar û 194 kes jî birîndar bûn. Li saziyên fermî yên wekî Serokatiya Serfermandariyê, Teşkîlata Parastina Neteweyî û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, li ser pirên Stenbolê û gelek navnedan di navbera esker û polîsan de şer derket. Di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de piştî darbeya eskerî ya 12’ê Îlona 1980’an, 36 sal şunde dîsa hewldana darbeya eskerî pêk hat. Hikûmeta AKP’ê ji hewldana darbeyê Cemaeta Fethullah Gulen berpirsiyar girt. Piştî AKP di sala 2002’an de bû îqtîdar, kadroyên xwe yên girîng xistin nava dewletê. Di pêvajoya  Ergenekon-Balyozê de hin kes tasfiye kirin û kadroyên xwe li şûna wan bi cih kirin. Ji kesê berpirsiyare darbeyê Orgeneral Akin Ozturk, di sala 2011’de piştî lêpirsîna Balyozê bû Fermandarê Hêzên Hewayî. Li şûna Orgeneral Bilgin Balanli bi cih bû. Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Recep Tayip Erdogan di 8’ê Hezîrana 2018’an de bedarî qanalek TV bû û têkildarî FETO got “Ez mezinbûna FETO ya di serdema me de red  nakim.” têkiliya xwe ya bi FETO re anî ziman. Dîsa di 19’ê Sibatê de di civîna koma partiya xwe de “Li Tirkiyeyê di mezinbûna FETO û belavbûna wê de para her kesî heye” 
 
Nakokiyên di navbera Cemaat û AKP’ê û qeyrana MÎT’ê bi qeyrana dersxaneyan derket holê. Di operasyona 17-25’ê Kanûnê derket lûtkeya herî jor. Piştre jî hewldana 15’ê tîrmehê pêş ket. Ji ber “Lêpirsîna nelirêtiyê ya 17’ê Kanûnê” 3 wezîran îstîfa kir. Ji ber vê yekê AKP’ê gelek polîs ji peyvirê girt. Hewldana darbeyê bi kasetên deng ên li ser medya civakî hatin parvekirin û guhertina zagona Lijneya Hekîm û Dozgeran (HSK) berdewam kir. 
Beriya darbeyê Fethullah Gulen got “Vî kesê dirêj pir xaînî li me kir.” Li hemberî vê gotinê Erdogan jî di 24’ê Adara 2014’an de li Trabzonê got: “Ma ji me çi xwestin û me neda. Ji bo 17 zanîngehan ava bikin hatin. Min hemû erê kir. Ma ev bû xayînî? Ev çi wîcdan e. Ji bo dibistanan cih  xwestin me da. Gotin Olimpiyat me hemû piştgirî da. Ev çi nankorî ye. Ma çi xwestin û negirtin?”  bersîv da. Beriya darbeyê di hilbijartina 7’ê Hezirana 2015’an de AKP bi serê xwe nebû îqtîdar. HDP’ê jî bend derbas kir. Li Meclîsê bû partiya 3’emîn. AKP ji sedî 40,8 deng stend. Ji hilbijartina 3’ê Mijdara 2002’an heta vê hilbijartinê yekem car hêjmara xwe ya zêde li meclîsê winda kir. Ji ber AKP bi serê xwe nebû îqtîdar hilbijartin betal kirin û di 1’ê Mijdara 2015’an de dîsa hilbijartin pêk anîn. Bi vê yekê re pêvajoya şer dan destpekirin. Ligel ku di vê pêvajoyê de di 28’ê Sibatê de li Dolmabahçe Mutabakata çareseriyê îmze kirin jî, lê di 24’ê Tîrmeha 2015’an de bi îlankirina şer ev pêvajoya çareseriyê xelas kirin. Di Tebaxa 2015’an de kolan qedexe kirin. Hêza eskeran li herêmê kirin hêsa serdest. Di 9’ê Nîsana 2016’an de li navçeya Nisêbînê operasyona eskerî pêk anîn Erka rêveberiyê ji destê walî derxistin û xistin destê eskeriyê. Li herêmê eskeriyê înîsiyatif xist destê xwe û bêtir şer zêde kir. Di vê pêvajoyê de Erdogan li dijî Kurdan erkek mezin da eskeran. Erk da eskeran ku karibe li dijî kurdan bi hêsanî çekê biteqîne. Bi vê yekê “Zirxa zagonî” pêş xist. Di 13’ê Tîrmeha 2016’an de ev erka dabûn eskeriyê erê kirin. 
 
Piştî darbeyê Parlamenterê HDP’ê û wekîlê Komê ku niha  girtî ye Îdris Baluken, anî ziman ku di rewşa ku bi sedan sivîl tên kuştin jî darbeya eskerî heye û darbeya eskerî derbas kiriye. Balûken got vê rewşa şer bû sedem uk darbe pêş bikeve. Ji ber pêşniyarên me yên çareseriyê li ber çavan nehat girtin ev pêvajo pêş ket. Me berê jî hişyariyên xwe kiribûn. 
 
‘OCALAN HIŞYAR KIRIBÛ’ 
 
Wekîlê Koma HDP’ê Saruhan Oluç jî bal kişand ser hişyariyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku dewlet hişyar kiribû û got: “Beriya darbeyê Birêz Ocalan têkildarî darbeyê hişyarî kiribû û gotibû; ‘Eger di çareseriya pirsgirêka Kurd de çareseriya demokratîk pêş nekeve û rê li pêş demokratîkbûnê neyê vekirin, Tirkiye dê bi mekanîka darbeyê re rû bi rû bimîne.’ Hevserokên me jî ev yek hem li meclîsê û hem li cihên dîtir anîn ziman. Bi taybetî piştî di Nîsana 2015’an de Mutabakata Dolmabahçe xera kirin me ev talûke anî ziman.” 
 
 
Partiyên muxalefetê ji bo milê siyasî yê darbeyê bê ronîkirin xwest li meclîsê komîsyon bê avakirin. Lê AKP’ê ev pêşniyarname red kir. Komisyona Lêkolîna Darbeya 15’ê Tirmehê di 4’ê Cotmeha 2016’an de dest pê kir. Komîsyon ji parlamenterên ku 9 AKP’î, 4 CHP’î, 1 MHP’î û 1 HDP’î ye pêk hat.
 
Endamê Komîsyona Lêkolîna Darbeyê û parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, anî ziman ku li gel komîsyon bi hevkariya çar pariyên siyasî hatiye avakirin jî AKP’ê Serokê komisyonê Cîgirê serokê komîsyonê û endamên katip ji partiya xwe hilbijartin û wiha got: “Di pêvajoya xebatên lêkolîn û lêgerînê de bi rastî jî AKP ji bo darbe neyê nokîkirin xebitî. Ji xebatên ku darbeyê ronî bike dûr ket. Me bi israr xwest ku ev xebatên komîsyonê aşkere bên kirin. Me xwest ji cemaweriyê re vekirî be. Lê AKP’ê asteng kir. Piştî Erdogan di 9’ê Kanûna 2016’an de got “Bila êdî xebatan xelas bikin” di 4’ê Çileya 2017’an de xebatên komîsyonê hatin bi dawîkirin. Birêz Erdogan, destûr neda ku Serfermandarê Giştî yê Artêşê û Serokê MÎT’ê ku rola wan di darbeyê de zêde bû û agahiya wan pê hebû, bên komîsyonê û agahiyan parve bikin. Ji ber ku AKP rola xwe ya di darbeyê de dizane, hem xebatên komisyonê bi dawî kir û hem jî têkildarî darbeyê hemû xebatên ku li meclisê bên kirin asteng kir. 
 
Endamên komîsyonê yên CHP û MHP’ê di Lêkolîna Komîsyonê de ji bo ronîkirnia darbeyê hin pirs pirsîn. Pirsên nihatin bersivandin wiha ne: 
 
“* Dewleta Komara Tirkiyeyê çawa teslîmî Cemaeta Fethullah Gulen kirin? 
 
* Sefermandarê Artêşê û Musteşarên MÎT’ê hewldana darbeyê ji Serokomar û Serokwezîr veşartin? Ger ku ev hatibe veşartin çima Serfermandar Hulusi Akar û Hakan Fidan hêj li ser kar in? 
 
* Şeva darbeyê çawa kirin şeva dawetê? Fermandarê Hêzan agahî ji hev û musteyarê MÎT’ê veşartin? 
 
* Ma berê hewldana darbeyê dihat zanîn ? Kesên di şeva darbeyê de ma bûn qurbana darbeya bi kontrol? 
 
* Di nîvroja 15’ê Tîrmehê de li gel ku îxbar li MîTê hat kirin dihat zanîn ku dê darbe bê kirin jî çima tedbîrên pêwist nehat girtin? 
 
* Piyê siyasî yên darbeyê ji kê pêk tê?  Ger ku darbe bi ser biketa, dê kî biba serokomar? 
 
Di raporê de ev pirs bê bersîv man. ” 
 
Parlamenterê CHP’ê û Endamê komîsoynê Sezgîn Tanrikulu, anî ziman ku piştî hewldana darbeyê 4 hezar û 500 hekîm û dozger bi hinceta endamên “FETO” ne ji peyvirê dûr xistin û wiha got: “Li gorî daxuyaniya HSK’ê beriya 15’ê tîrmehê hêjmara hekîm û dozgeran 16 hezar bû. Lê 2018’an de gihişt 20 hezaran. Ev nîşan dide ku 8 hezar hekîm û dozger piştî 15’ê Tîrmehê tayîn kirine. Dîsa di diyarkirina endamên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Bilind de AKP bû partiya diyarker. Niha jî dixwazin bi Pir Baroyî baroyan jî bi xwe ve girê bidin. Piştî darbeyê ji bo civakê têxe kontrolax we û terbiye bike di 20’ê Tîrmeha 2016’an de (OHAL) îlan kir. OHAL li tevahiya Tirkiyeyê 7 caran dirêj kir. 2 salan Tirkiye bi OHAL’ê bi rêv birin û di 18’ê Tîrmeha 2018’an de rakirin. Gelek derdorên siyasî û civakî diyar kirin ku darbeya esil di serdema OHAL’ê de pêk hat. Ji ber ku Erdogan jî piştî darbeyê got ‘Hewldana darbeyê lutfa xwedê ye’ Piştre jî pergala Serokomariyê xist meriyetê. ” 
 
 
‘OHAL KIRIN PÊVAJOYA PAQIJÎ Û NEQANDINA HÊZA MUXALÎF’ 
 
 
AKP’ê piştî hewldana darbeyê di 4’ê Mijdara 2016’an de li dijî hevserok û parlementerên HDP’ê operasyon li dar xist. Hevserok û parlamenterên HDP’ê binçav kirin û girtin. Bi hezaran karmend û karker ji kar hatin avêtin. Qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Bi sedan siyasetmedar hatin girtin. 
 
Hîndekarê Fakulteya Tipê yê Zanîngenha Osmangazî ya Eskişehîrê ku bi KHK’ê hat îxrackirin Prof. Dr. Cem Kaptanoglu jî anî ziman ku îqtîdara AKP’ê pêvajoya darbeyê manipule kiriye û wiha got: “Di vê pêvajoyê de OHAL îlan kirin. Gelek gavên li dijî mafên mirovan avêtin. Mafê mirovan îhlal kirin. Di pêvajoya OHAL’ê de li djiî hêza muxalif operasyona ‘paqijî û neqandinê’ dan destpêkirin. Îqtîdarê bi OHAL’ê darbe manipule kir. Me dît bi vê yekê rejîma bêtir diktatoryal ava kirin. Li gorî rapora Xebatên Komîsyona Lêkolîna OHAL’ê ya Çileya 2019’an; bi KHK’yan 131 hezar û 922 tedbîr pêk anîn. Di pêvajoya OHAL’ê de herî kêm 125 hezar û 678 memûrê cemaweriyê îxrac kirin. 270 xwendekar dûr xistin. 2 hezar û 761 sazî û rêxisttin hatin girtin. 3 hezar û 213 personel rutbeyên wan jê kirin. Gel ewil ji bo li dijî pêkanînên dij-demokratik bireve “rıza” nîşan dan. Lê niha ev halê ruhê razibûnê êdî winda dibe. Bi taybetî civak di salek dawî de bertek nîşan dide û dibêje ‘Ma hêj nehatiye paqijkirin. Ma em neçar in di bin OHAL’ê de bijîn. Êdî civak ji vê rewşê ne razî ye.” 
 
MA / Zemo Aggoz
 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

5 salên şer 5: Pêdivî ji siyaseta aştiyê heye

ENQERE – Hikûmet û îqtîdara Tirkiyeyê piştî 24’ê Tîrmeha 2015’an, dawî li “pêvajoya çareseriyê” ya …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir