img

‘Hevsengiya xwezayê biparêzin’

GÎRESÛN – Endezyarê Çandiniyê Kûtsî Yaşar, diyar kir ku li Rojhilatê Behra Reş ji ber têkoşîna li dijî kêzikên çandiniyê hin cureyên kêzikan zêde bûne û got, di têkoşîna li dijî kêzikan de divê çareyên li gor hevsengiya xwezayê bên peydakirin. 
 
Ji paleyiya findiqên Behra Reş re hindik ma. Lê belê kêzikên ku zirareke mezin didin findiqan zêde bûne. Ji xeynî kurmê findiqan û kêzika gulanê ku gelê herêmê van navan li wan dikin, di salên dawî de hin kêzikên din jî derketine holê. Yek ji wan jî minminîka derewkar e ku gelê herêmê vî navî lê dike. Tê gotin ev minminîk berê li Gurcîstanê hebûye lê sê sal in li Rojhilatê Behra Reş jî dixuyê. Ev kêzik di serî de findik zirarê dide garis, çay û kîviyan jî. Gelê herêmê jî ji bo ji vê kêzikê xelas bibe dermanên kîmyewî bi kar tîne. Lê ev yek jî qalîteya beran kêm dike û dibe sedem nexweşînên giran. 
 
Endezyarê Çandiniyê Kutsî Yaşar, behsa zirarên van kêzikan û dermanên tên bikaranîn kirin. 
 
MINMINÎKA DEREWKAR 
 
Yaşar, anî ziman ku heya niha 82 cure kêzikên zirarê didin findiqan hatine tespîtkirin û got, kurmê findiqan bi xwe rojê zirarê dide 100-150 fêkiyên findiqan. Yaşar, bilêv kir ku li hemberî evana hin tevdîr hatine girtin lê belê di salên dawî de cureyên kêzikan zêde bûne û cotkar êdî nikarin berên xwe biparêzin. Yaşar, diyar kir ku ji van cureyên kêzikan a herî bibandor jî minminîka derewkar û bîngeniya qehwe ye. 
 
TÊKOŞÎNA BIYOLOJÎK 
 
Yaşar, destnîşan kir ku heger mirov hîn bêtir mudaxilieyî xwezayê bikin wê cureyên kêzikan zêdetir bibin û got, li dijî vana ji têkoşîna biyolojîk wêdetir têkoşîan kîmyewî tê tercîhkirin. Yaşar, anî ziman ku ev yek jî polîtîkaya dewletê ye û got: “Têkoşîna biyolojîk biha ye. Loma cotkar vê yekê tercîh nakin.” Yaşar, bilêv kir ku cotkar ji dêvla vê a erzan yanî têkoşîna kîmyewî tercîh dikin ku ev jî zirareke mezin dide xwezayê. 
 
HEVSENGIYA XWEZAYÊ 
 
Yaşar, bibîr xist ku hevsengiyeke xwezayê jî heye û got: “Heger dermanên çandiniyê yên hûn bireşînin çivîkan bikuje, wê kêzikên ku çivîkan ew dixwarin zêdetir bibin. Heger hûn rabin wan kêzikan bikujin vê carê jî wê vîrûs û bakteriyên ku ew kêzik wan tune dikin zêde bibin. Lê gava mudaxileyî ahenga xwezayê bê kirin wê pandemiyên ku niha hatine serê me cardin rû bidin. Tenê ne polîtîkayên çandiniyê, polîtîkayên pîşesazî û hawirdorê jî bandorê li vê dikin.” 
 
MA / Tolga Guney 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Ji bo bişibînin Maldîvê toza mermeran reşandin peravan!

MÛGLA – Li navçeya Bodrûmê xwediyê hin otêlan û kargehan tiştekî sosret dikin. Ji bo …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir