img

Hejmara kesên ji ber Covîd-19’ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 344

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de hezar û 16 kesên din jî bi şewba Covîd-19’ê ketine û 21 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. 
 
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin. 
 
Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 21 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 16 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 211 hezar û 981 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 5 hezar û 344.
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Li pêş nexweşxaneyê nobeta ‘Piştevaniya jiyandinê’

STENBOL – Malbatên parêzerên girtî Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal ên ji bo “darizandina bi …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir