img

HDK: Hevberdevkê me Şenoglu berdin

STENBOL – HDK’ê civîna çapemeniyê li dar xist û xwest Hevberdevkê wan Sedat Şenoglu demildest bê berdan.

 
Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) li navenda xwe ya giştî civîna çapemeniyê li dar xist û binçavkirina Hevberdevkê xwe Sedat Şenoglu şermezar kir. Rêveberên HDK’ê û HDP’ê beşdarî civînê bûn. Pankarta “Hevberdevkê me Sedat Şenoglu demildest berdin” daliqandin. Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît daxuyanî xwend. 
 
Koçyigît anî ziman ku hevberdevkê wan Şenoglu ji ber lêpirsînek li Amedê hatiye destpêkirin vê sibê li Stenbolê di serdegirtina malê de hatiye binçavkirin û hevberdevkê wan bi îdiaya li dijî Qanûna Civîn û Xwepêşandanan a hejmara 2911’an derketiye sûcdar dikin. 
 
‘HEYFA TÊKÇÛNA XWE JI ME HILTÎNE’ 
 
Koçyigît diyar kir ku hikumeta AKP-MHP’ê tu muxalefetiyek li hember xwe qebûl nake û tiştek namîne tîne serê hêzên demokrasiyê û got: “Bloka faşîst ji bo têkçûna xwe tehamûl nake. Ewil şaredariyên gel dagir kir û vîna xelkê dizî. Ev têr nekir, êrîşî Rojava kir û dixwaze wir dagir bike. Di êrişên li Rojava de têk çû û dixwaze heyfa xwe ji yên têkoşerên demokrasiyê bistîne.” 
 
‘AKP LI BER TÊKÇÛNÊ YE’ 
 
Koçyigît da zanîn ku her roj ew bi tayînkirina qeyûm û nûçeyên binçavkirinê ji xewê şiyar dibin û wiha got: “Hêj îro Hevşaredarên Rêya Armûşê Azîm Yacan û Şehsade Kurt hatin binçavkirin. Hevberdevkê me Sedat Şenoglu hat binçavkirin. Ev jî parçeyeke ji êrişên li ser hev pêk tên. Hikumeta AKP- MHP’ê têk diçe û demên xwe dawî dijî. Wê ev bloka faşîst nikaribe bi şerê li dijî Rojava, êrişên li dijî muxalfetê, tunekirina gelê kurd têkoşîna demokrasiyê ku dixwaze krîmînalîze bike xwe rizgar bike.” 
 
‘CHP JÎ SÛCDAR E’ 
 
Koçyigît anî ziman ku di van êrişên bêhiqûqî li hember wan pêk tên kirin de para mezin a sûcdariyê jî ya CHP’ê ye. Koçyigît got pêwîste demildest operasyon û êrişên li dijî wan pêk tên rawestin û xwest Hevberdevkê wan Şenoglu, Hevşaredarên Rêya Armûşê û welatiyên hatine binçavkirin demildest bên berdan. 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Siyasetmedar Ahmet Turk rakirin nexweşxaneyê

NAVENDA NUÇEYAN – Siyasetmedar û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku ji peyvirê …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir