img

Gergerlîoglu: Kesên muhafazakar bêtir sosyalist û Kurd fan kirin

ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlioglu, diyar kir ku piştî OHAL’ê mexdûrên OHAL’ê yên muhafazakar, bêtir kesên sosyalîst û Kurd fam kirin. 

Di ser hewldana darbeya 15’ê tîrmeha 2016’an de 4 sal borîn. OHAL piştî îlana 20’ê 2016’an 2 sal şûnde di 17’ê Tîrmeha 2018’an de bi dawî bû. Her çend OHAL bi awayekî ferbî bi dawî bû jî di pratîkê de hêj berdewam dike. Bi taybetî di pêvajoya OHAL’ê de bi KHK’yan gelek rêzikname û zagon xistin meriyetê û mayinde kirin. Têkildarî geşedanên OHAL’ê û piştî OHAL’ê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaelî Omer Faruk Gergerlîoglu, bi navê “Ji bo mexdûran edalet” rapor amade kir. Li gori raporê, kesên piştî 15’ê Tîrmeha 2016’an karê wan ji destê wan hatin girtin û bi KHK û OHAL’ê mexdûr bûn, ji sedî 46 e. Ji mexdûrên OHAL’ê ji sedî 50 piştî OHAL’ê ji mal, tax û bajarên xwe koç kirin. Dîsa kesên di vê pêvajoya OHAL’ê de hatin darizandin û cezakirin ji sedî 92,6’an diyar kirin ku ev pêvajo li gorî edaletê pêş neket. Li ser rapora OHAL’ê û pêvajoyê em bi Gergerlîoglu re axivîn. Gergerlioglu, ku her sal der barê OHAL’ê de rapor amade dike û îsal rapora “Ji bo mexdûran Edalet” amade kirin, diyar kir rejîma Destûra Bingehîn ji holê hatiye rakirin û wiha got: “Li şûna rejîma Destûra Bingehîn, rejîma KHK’ê hatiye avakirin. Bi vê yekê xeyalên mirovan ser û bin kirin. Mirov bi malatî vê pirsgirêkê dijî. Derûniya zarokan xera bûye. Mirovan bi vê yekê di erdhejek mezin a civakî, derûnî re derbas bûn. Xizmên kesên mexdûr jî ketin bin vê bandorê. Lêkolînên zanistî têk çûn. Depresyon zêde bû. Bahoz û tofanek bi ser kesên muxalif de anîn. Tenê mirov ji kar nehatin avêtin. Rê li pêş wan girtin ku di şîrketên taybet de jî kar nekin. Di qeydên SGK’ê re reş kirin. Dema ji bo kar serlêdn kirin bi ‘kod 36’ hatin pênasekirin û sînor danîn pêş wan. Dema serî li kar didin ev kod derdikeve pêşberî wan. Wekî ‘Ev kes xayinê welat e, terorîst e’ derdikeve pêş.” 
 
OHAL DARBEYA LI DIJÎ DARBEYÊ YE
 
 
Gergerlioglu, destnîşa kir ku li dijî hewldana darbeyê bi OHAL’e da darbeyek din pêk anîn û wiha axivî: “Kesên karên wan dîsa paşve dan wan jî dîsa kesên ‘Bê bawer’ tên nasîn. Li gel biryara îadeyê jî, hêj karê nêzî 20 hezar kesan nedane wan. Mirov bê çare hiştine. Em vê yekê wekî ‘Rejîma KHK’ê pênase dikin. KHK li dijî Destûra Bingehîn îlan kirin. Roja me rapor aşkere kir mexdûrek hat got ‘Ji ber ez Kurd bûm, ez îxrac kirim. 3.5 salin nikarin kar bibînim. Em wekî hatibin nahletkirin’ Êdî mirov ji ber KHK’ê ji canê xwe bêzar bûne. Qaşo OHAL li dijî darbeyê bû. Lê OHAL darbeya duyemîn. ” 
 
Gergerlioglu, bal kişand ser helwesta kesên mufazakar a li dijî kesên sosyalîst û Kurdan û wiha lê zêde kir: “Di salên dawî de em dibînin ku kesên muhafazakar bêtir nêzî Kurdan û sosyalîstan bûn. Di civata muhafazakaran de guhertinên civakî yên girîng pêş ketin. Em dibînin ku kesên muhafazakar bêtir ji ol dûr ketin. Sedema vê yekê rûyê îqtîdara ku xwe wekî oldar nîşan dide ye. Kesên rojê 5 rikhet nimêja xwe dikirin şok derbas kirin. Piştî vê geşedanê êdî dest bi lêpirsînê kirin. Kesên berê xwe wekî nijadperest, mîlletgir, maneviyatkar, muhafazakar û oldar nas dikirin bêtir nêzî mirovên çep, sosyalist bûn. Bêtir Kurd fam kirin. ” 
 
BERIYA KHK’ê JI SEDÎ 70’Ê MEXDÛRÊN KHK’Ê DENGÊ XWE DIDAN AKP’Ê LÊ…
 
Gergerlîoglu, bal kişand bandora KHK’ê û kesên bi KHK’ê mexdûr bûn û wiha berdewam kir: “Di nava kesên berê dengê xwe didan AKP’ê û mexdûrên KHK’ê ji sedî 70 dengê xwe didan AKP’ê. Lê êdî mexdûrên KHK’ê dengê we nedan AKP’ê. Ev yek ji bo MHP’ê jî derbasdar e. Tu hêviya van kesan ji AKP’ê û MHP’ê tune ye. Ev yek herî zêde bandorê li ser nifşê nû dike. Di destpêka KHK’yan de, mexdûr pir hatin cewisandin û perçekirin. Piştî platformên KHK’ê û pişetaniyê ev yek hinek derbas bû. Lê hêj bandora KHK’ê derbas nebûye. Niha li 27 bajaran Platformên KHK’ê hatine avakirin. Daxuyaniyan didin çapemeniyê. Dest bi civînan dikin. Li ser medya înternetê xebatan dikin. Hêj fikar û tirs zêde ye. Mixabin hêj bi qasî em dixwazin bertek û nerazibûn tune ye. Vîrûs ji bo dewletê bû firsend. 
 
KOMÎSYONÊ JI SEDÎ 90 KESÊN SERÎ LI WAN DAN, SERLÊDAN RED KIR
 
Gergerlioglu, bal kişand ser komîsyona OHAL’ê û wiha pêde çû: “Komîsyona OHAL’ê komîsyona dengdayînê û îhlalê ye. Divê ev komîsyon bê girtin. Li dijî Erdogan yek îtîraz hebe dê ji peyvirê bê girtin. Endamên komîsyonê bi zirxê darazê dorpêç kirine. Ger ku biryarek şaş a li dijî hikûmetê bistînin Erdogan dê serê wan jêke. Hêj kesên mexdûr, mexdûr in. Ji sedî 90 kesên serî li komîsyonê dan, serlêdana wan red kirin. Komîsyonê ji sedî 10 qebûl kir. 3.5 borîn. Hêj 18 hezar mexdûran xwe negîhandine darazê. Her sibe em bi Tirkiyeyek nû hişyar dibin. Her ku diçe bêedaletî û bê hiqûqî zêde dibe.” 
 
OHAL DIDOME
 
 
Gergerlioglu, destnîşan kir ku hêj OHAL didome û wiha got: “Pêkanînên OHAL’ê her ku diçe zêde dibin. Em ji vê yekê re dibêjin ‘OHAL’a ku ne qediya’ Ji ber OHAL didome, hiqûq bi temamî binpê kirin. Xwestin 3 salên din bêyî OHAL’ê OHAL’ê bidomînin. Vê yekê niha dikin. Em her serê sibê bi bê hiqûqî û bê edaletiyê hişyar dibin. Zagona Notirvaniyê xistin meriyetê. Ji 65 şaredariyên HDP’ê niha tenê 10 şaredarî di destê HDP’ê de man. Yên tin tev qeyûm tayîn kirin. Pêkanînên bi KHK’ê bi giranî didomin. Çend roj berê mexdûrê OHAL’ê Fatih Terzîoglu li gel nexweşê kanserê bû nû hat berdan. Demek dirêj girtî ma. Piştî rapor girt hat berdan. Ji min re got ‘Ez li girtîgehê bi pençeşêrê ketim. Bawer bike di komara Tirkiyeyê de ez dramên herî giran dijîm.” 
 
84 KESAN JI BER OHAL’Ê ÎNTÎHAR KIR
 
Gergerlîoglu, herî dawî bal kişand ser heldana întîhara endamê KESK’ê û wiha got: “Rojên borî endamekî KESK’ê ku mexdûrê OHAL’ê ye got ‘Lanet li KHK’ê bê’ û xwest întîhar bike. Hina talûke ji ser xwe avêtiye. Ji OHAL’ê heta niha 84 kesan întîhar kir. Kesên dayik û bav întîhar dikin hene. Gardiyanekî bi KHK’ê îxrac bû întîhar kir. Lê Komîsyona OHAL’ê piştî îhtîharê karê wî da wî. Dramên pir mezin hene. 
Divê hemû kesên çepgir, rastkir, Kurd, Tirk hemû kes li dijî vê yekê bi hevre têbikoşin.” 
 
 
MA / Dîren Yurtsever 
 
 
 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

5 salên şer 5: Pêdivî ji siyaseta aştiyê heye

ENQERE – Hikûmet û îqtîdara Tirkiyeyê piştî 24’ê Tîrmeha 2015’an, dawî li “pêvajoya çareseriyê” ya …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir