img

Gelê Şengalê ji bo Zerdeşt Şengalî û hevalên wî merasimek girseyî li dar xist

ŞENGAL  – Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî û hevrêyên xwe  Hemîd Şengalî, Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî di 15’ê Çile de di êrîşa balafirên şer ên Tirkiyeyê ya li dijî gundê Dîgurê ya girêdayî nahiyeya Sînunê ya Şengalê de jiyana xwe ji dest dan. Gelê Şengalê ji bo Zerdeşt û hevalên wî merasimek girseyî li dar xist. 
 
Di 15’ê Çile de di êrîşa balafirên şer ên Tirkiyeyê de li dijî gundê Dîgurê ya girêdayî nahiyeya Sînunê ya Şengalê de yek ji Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî û Hemîd Şengalî, Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî jiyana xwe ji dest dan. Gelê Şengalê ji bo Fermandarê YBŞ’ê û hevalên wî merasimek li dar xist. Merasîm li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Şengalê pêk tê. Bi sedan welatiyên Êzidî û eşîrên herêmê û fermandarên leşkerî beşdarî merasîmê bûne. Cenazeyê Şervanê YBŞ’ê Hemîd Şengalî (Hemîd Xelîl Qasim)  li ser daxwaza malbata wî şevê din hatin veşartin.
 
 
 
 
 
 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Esker mewlîda kurdî di nivîde birî: Yan bi Tirkî yan jî bi Erebî bixwîne

AMED – Li gundê Satya yê navçeya Sûrê, esker mewlîda kurdî ya mela dixwend, di …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir