img

Gelê Rojava Cejna Remezanê li ser goristanan pîroz kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi boneya Cejna Remezanê, di saetên serê sibê de berê xwe dan goristanan û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyan xwe ji dest dan bibîr anîn  

 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li gelek bajar û navçeyan gel bi boneya Cejna Remezanê di saetên serê sibê de berê xwe dan goristanan û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bî anîn. Li goristanan, gel ji aliyê şervan, fermandarên QSD û meclisên malbatên şehîdan ve hatin pêşwazîkirin. Li goristanê, gel cejna hevdû pîroz kir, gul danîn ser gorên zarokên xwe û fatihe xwendin. Welatiyên şerêkê cejnê li hev belav, li ser gorên zarokên xwe dua kirin û li ser hevgirtina civakî ji bo parastina herêmê û parastina destkefiyên xwe yên di saya kesên têkoşîna azadiyê de bi dest xistine, hêviyên xwe anîn ziman.
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Di Doza Nisêbînê de cezakirina 47’emîn

MÊRDÎN – Danişîna Doza Nisêbînê dewam dike. Ji bo Abdulkadir Baybars ê ji dozê tê …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir