Fermandarekî ji Artêşa Sûriyeyê: Ji jor fermana lê xin ji mere nehatiye

GIRÊ SPÎ – Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Duh SÎHA yekîneyên Artêşa Sûriyeyê bombe kir û 4 eskerên Artêşa Sûriye hatin kuştin. Li gel vê yekê Artêşa Suriye bersîv nade êrîşan. Fermandarekî ji Ardêşa Sûriyeyê, bersîv da pirsa  “Hûn çima bersîvê nadin êrişan” û got: “Heta niha ji jor de ferman nehatiye ku em lê bidin.” 
 
Tirkiye bi tevlêbûna TSK û OSO-MSO di 9’ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşan kir. Li gel peymanên agirbestê yên di navbera Tirkiye, Rûsya û DYA de hatin îmzekirin jî dîsa êrîşa Tirkiye didome û roja 33’an de êrîş didomin.  Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku di êrîşên Tirkiyeyê de de 92 sivîl hatine qetilkirin. Li gorî dane û qeydên Heyva Sor a Kurd ku li gorî dîrok û cîh hatine amadekirin û nav hatine nivîsandin, heta niha 334 sivîl hatine qetilkirin. Berdevkê Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) Rûpert Colvîlle diyar kir ku ji roja ku êrîş destpê kirine (9’ê Cotmehê) û heta 5’ê mijdarê 92 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û 100 hezar kes neçar mane ji malên xwe derkevin. Li gorî qeydên Heyva Sor jî hatine girtin, heta niha bi giştî 334 sivîl di êrîşan de hatine qetilkirin.  Duh SÎHA yekîneyên Artêşa Sûriyeyê bombe kir û 4 eskerên Artêşa Sûriye hatin kuştin. Li gel vê yekê Artêşa Suriye bersîv nade êrîşan. Fermandarekî ji Ardêşa Sûriyeyê, bersîv da pirsa  “Hûn çima bersîvê nadin êrişan” û got: “Heta niha ji jor de ferman nehatiye ku em lê bidin.” 
 
Li herêma Girê Spî, Eyn Îsa û Til Temîrê êrîş didomin. Tirkiye ligel agirbestê ji hewa û bejayî de bê navber herêmê bombe dike. Bi balafiran, obus û SÎHA’yan herêmê bombe dike. Di êrîşên li herêmê de bi taybetî li bajarê Eyn Îsa gelek sivîl hatin kuştin. Hêsa Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî li dijî êrîşên Tirkiyeyê bê bersîv namîne û bersîv dide. 
 
ÇIMA RÊYA M4 ? 
 
Di rojên dawî de ANS/SMO ya girêdayî TSK’ê êrîşên xwe yên li herêmê zêde kirin. Bi taybetî êrîşên li ser Rêya M4 ku rêya navneteweyî ye û ji Iraqê tê derbasî Halepê dibe û ji wir jî diçe Derya Spî (Akdeniz) xwedî cihekî stratejik e. Tirkiye armanc dike ku vê qada di na vbera Til Temîr û Eyn Îsa de têxe bin kontrola xwe. Ev re bi qasî 140 kilometre dirêj e. Ji bo Komên ANS/SMO vê reyê têxin kontrola xwe êrîşên xwe zêde dikin. 3 rojên dawî erîşên li ser xeta Eyn Isa zêde kirin. Eniya Ebû Sira yê di sinorê Kobanê re derbas dibe, vedibe xeta çoltara Rakka, Şergirakê, Cizîrê û Qenteriyê.
 
Bi destxistina rêya M4  armanc dikin ku Kantona  Kobanê û kantona  Cizîrê ji hev qut bikin û Kantonan têxin bin kontrola xwe. 
 
REJÎMA SÛRIYE BÊ BERSÎV DIMÎNE
 
Li gel ku rêveberiya Xweseriya Demokratîk li gel rejîma Sûriye peyman çêkir jî artêşa Sûriyeyê li dijî êrîşan bê bersîv dimîne. Dihat payîn ku eskerên Rejîma Sûriyeyê li ser xeta Rêya M4 a di navbera Eyn Îsa û Til Temirê bi cih bibe. Lê dijberi vê yekê Eskerên Rejîmê li Başûrê M4’an bi cih bûn û rê li pêş komên TSK û ANS-SMO vekir. Li gel peymana di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Sûriyeyê û Rejîma Sûriyeyê jî, Artêşa Suriye bersîv nade êrîşan. Fermandarekî ji Ardêşa Sûriyeyê, bersîv da pirsa  “Hûn çima bersîvê nadin êrişan” û got: “Heta niha ji jor de ferman nehatiye ku em lê bidin.” 
 
Di êrîşa bombeyî ya Gundê Korhesen ê Girê Spî de 1, Di êrîşa Til Temirê de 5 eskerên rejîmê hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn. 
 
MA / Nazım Daştan
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Siyasetmedar Ahmet Turk rakirin nexweşxaneyê

NAVENDA NUÇEYAN – Siyasetmedar û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku ji peyvirê …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir