img

Fermana 74’an: Cîhan kor, ker û lal e

AMED – Êzidiyên ku heya niha bi 74 fermanan re rû bi rû mane, hîn jî li 3 hezar jin û zarokên ji Şengalê hatine revandin digerin. Parlementera êzidî Feleknas Ûcyê anî ziman ku cîhan ji bo êzidiyan xwe li korîtî, ker û lalîtiyê daniye. Ûcayê, got “êşa hevpar, birîna hevpar” û bang kir ku kes bêdeng nemîne. 
 
Êzidiyên ku kurd ji wan re dibêjin “Kurdên Resen”, di sala 906’an de cara ewil bi komkujiyê re rû bi rû dimînin. Waliyê Mûsilê Hamadanî îslamiyetê li êzidiyan ferz dike, lê belê ji ber ku êzidî qebûl nakin bi komkujiyê re rû bi rû dimînin. Ev, destpêka trajediyekê bû ku dê êzidî pê re rû bi rû bimana. Bi dû re êzidî bi 74 fermanan re rû bi rû man. Êzidiyên ku piranî li nav sînorên Iraqê dijîn, ewilî di sala 906’an de bi komkujiyê re rû bi rû man û herî dawî jî di sala 2014’an de. Tevî ya sala 2014’an re bi giştî bi 74 fermanan re rû bi rû man. 
 
Helbet ev komkujiyên ku di çavkaniyan de cih digirin, tenê yên tên zanîn in. Lê belê, bi qasî tê gotin êzidî bi gelek komkujiyên din re jî rû bi rû mane ku di nav rûpelên dîrokê de cih negirtine. Di dîrokeke ne pir dû de, di sala 2007’an de Qanûna Bingehîn a Iraq hat qebûlkirin û li gor xala 140’emîn a vê qanûna bingehîn wê bi referandûmekê statuya Şengalê bihata diyarkirin. Lê belê hikûmeta Iraqê ya wê demê û serokwezîrê şiî yê wê demê Nûrî Malîkî nehişt ev yek pêk bê. 
 
Êzidiyên ku piranî li Şêxan û Şengalê yê ku di nav sînorên Herêma Kurdistana Federe de û qismek jê jî li Ermenîstan, Gurcîstan, Sûriye û Tirkiyeyê dijîn, di dîrokek nêz de yanî di sala 2007’an û di sala 2014’an de bi du komkujiyan re rû bi rû man. Tevî van komkujiyan bi giştî bi 74 fermanên ku tên zanîn re rû bi rû man. 
 
KOMKUJIYA 2007’AN 
 
Êzidî beriya komkujiya 2007’an di meha Tebaxê de li Sîba Şêx Xidir û Tilezerê careke din bi komkujiyekê re rû bi rû man. Li gorî hejmarên fermî di vê komkujiyê de nêzî 500 êzidî hatin kuştin. 
 
ÊRÎŞA DAIŞ’Ê 
 
Êzidiyên ku piranî ji hêla Osmaniyan ve bi hinceta ku îslamiyet qebûl nekirine hatine kuştin, vê carê jî di sala 2014’an de bi êrîşa DAIŞ’Ê re rû bi rû man û hatin kuştin. DAIŞ’ê bi komkujiyên xwe yên li axa Iraq û Sûriyeyê navê xw eragihand. DAIŞ’ê di dawiya sala 2014’an û destpêka 2015’an de herêmeke bi qasî 100 hezar kîlometreyî dagir kir û li vê herêmê nifûseke nêzî 8 milyonî xist bin kontrola xwe. 
 
PIŞTÎ MÛSILÊ ŞENGAL 
 
Dagirkirina Mûsilê, nîşaneyakomkujiya li Şengalê bû. DAIŞ’ê Mûsila ku qet li ber xwe neda dagir kir. Gava artêşa Iraqê reviya muhîmatên xwe jî li dû xwe hiştin û ev yek DAIŞ’ê xurtir kir. DAIŞ’a ku di Hezîrana 2014’an de Mûsilê bi dest xist, piştî Mûsil vê carê berê cwe da Şengalê. 
 
PDK’Ê TERKA ŞENGALÊ KIR
 
DAIŞ’ê êrîş birin ser gundên li çar hawirdorê Şengalê û piştî vê êrîşî dest bi komkujiyê kir. Gava DAIŞ’ê di 2’yê Tebaxa 2014’an de bi hêzeke mezin êrîş bir ser Şengalê, ewilî pêşmergeyên PDK’ê terka wir kir. Pêşmergeyên ku bi 600 wesayîtî Şengalê hêlan û çûn, êzidiyan bi qirkirineke mezin re rû bi rû hiştin. 
 
3 HEZAR ÊZIDÎ WINDA HEN 
 
Di êrîşên DAIŞ’ê de 2 hezar û 213 êzidî hatin kuştin. Zêdetirî 390 hezar êzidî jî mecbûr man terka warê xwe bikin. DAIŞ’ê 7 hezar Êzidî jî revand. Ji vana 4 hezar jê hatin xelaskirin û hin jin jî li bazarên koleyan hatin firotin. Lê belê hîn jî aqûbeta 3 hezar jin û zarokî endiyar e. Di 12 gorên komî yên ahtin vekirin de cenazeyên hin êzidiyan hatin dîtin. 68 cihwarên dînî hatin talankirin. 150 hezar kes jî li korîdorên hatibûn vekirin asê man. Li gund û çiyayên Şengalê trajediyeke pir mezin qewimî. 
 
ÊZIDYAN XWE PARAST 
 
Ji bo parastina êzidiyan komeke 12 eksî ya HPG’ê çû Şengalê. Piştî vê komkujiya mezin komeke êzidî ya ji 400 kesî pêk dihat çek hildan. Êzidiyan di sala 2014’an de Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ava irin. Piştî pêşmergeyan terka Şengalê kir, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ketin dewrê û pêşî li komkujiyeke mezin girtin. Zexîregihandin bi hezaran şengaliyên li çiyayan asê mabûn. Hinek êzidî hatin tehliyekirin. Êzidî mecbûr man koç, Êlih, Mêrdîn, Amed û Şirnexê bikin. 
 
FERMANA 74’AN 
 
Di 3’yê Tebaxa 2014’an de piştî êrîşa DAIŞ’ê tiştên li Şengalê qewimîn wekî “Fermana 74’an” hatin binavkirin. 
 
ŞENGAL AZAD BÛ 
 
Di 13’ê Mijdara 2015’an de YBŞ, YPJ-Şengal, HPG, YJA-STAR’ê Şengal azad kir. Ji rojan Şengal hat rizgarkirin heya niha 8 hezar malbatên êzidî vegeriyan Şengalê. 
 
RAPORA NY’YÊ 
 
Komîsyona Mafên Mirovan a Yekîtiya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 15’ê Hezîrana 2016’an de der barê êzidiyan de raporek parve kir. Di raporê de hat diyarkirin ku ya hatiye kirin qirkirin e û di raporê de hûrguliyên qirkirinê bi berfirehî hatin dayîn. Di raporê de hat destnîşankirin ku 400 hezar Êzidî hatine kuştin, hatine kolekirin an jî bi sûcên din re rû bi rû mane û hatine tunekirin. 
 
Her wiha di Nîsana 2020’an de jî cara ewil DAIŞ’iyek bi sûcê qirkirinê hat darizandin. Serdozgeriya Federal a Almanyayê, Taha El-C’yê iraqî bi sûcê “qirkirinê” darizand. 
 
ÛCA: CÎHAN KOR, KER Û LAL E
 
Îro salvegera 7’emîn a komkujiyê ye. Parlementera HDP’ê ya Êzidî Feleknas Ûcayê, di salvegera fermana 74’an de got, li ber komkujiya êzidiyan dewletê navneteweyî hemûyan xwe li korîtî, ker û lalîtiyê danî. Ûcayê diyar kir ku heya niha ji bo komkujiyê rê û rêbazên cuda hatine ceribandin û got, tenê tiştek neguheriye, ew jî xwesteka ji bo tunekirina neteweyekê. Ûcayê got: “Li ber çavê cîhanê, êzidî bi awayekî hovane hatin kuştin. Di dîroka Kurdistanê de gelek komkujî hene. Gava em li komkujiya Dersimê dinêrin, em dibînin ku Mûnzûr sor kiribûn. Jinên elewî yên kurd hatibûn kuştin. Jinên xwe li çiyayan girtibûn, xwe di kendalan re avêtibûn. Wekî komkujiya ermeniyan, li SÊwazê jî tişta anîn serê elewiyan, polîtîkaya tunekirinê bû. Di komkujiya ermeniyan de mirovan karibû xwe li cînraên xwe, xwe li derdorê û gundan bigirin. Zarokên ermeniyan hatin parastin. Wê demê êzidiyan jî ermenî parastin. Lê belê tişta li Şengalê qewimî, tiştekî pri cuda bû. Êzidî nehatin parastin.” 
 
DAIŞÊ KOMKUJÎ RAGIHANDIBÛ 
 
Ûcayê anî ziman ku beriya komkujiya Şengalê bi qederekê DAIŞ’ê belavok belav kiribûn û di wan belavokaan de ragihandibûn ku wê êzidiyan bikujin. Ûcayê got: “DAIŞ’ê beriya cejna êzidiyan bi qederekê, belavok belav kiribûn û peyamek dabûn êzidiyan. Me jî ragihandibû ku DAIŞ amadekariyên komkujiyekê dike. Me ji Başûr (Kurdistana Federe) re got, cîhan tev pê diznaibû. Çimkî ev nûçe li her derî belav bûn. Çi bû? Kesî guh neda gefên wan û heta xwe li nebihîstinê danîn. Gava komkujî dest pê kir her kes ji Şengalê reviya. Êzidiyan bi tenê hiştin. Hin malbatan xwest zarokên xwe, keçn xwe deynin cem hin kirîvên xwe yên pêbawer. Lê belê kirîvên wan jin û zarokên wan teslîmî DAIŞ’ê kirin. Ferqeke komkujiya êzidiyan jî, jin li bazaran hatin firotin. A rast gava mirov li komkujiyên li cîhanê qewimîne dinêre, cara ewil e ku jinên gelekî ku bi komkujiyê re rû b rû maye, li bazaran hatine firotin. Li ber çavê cîhanê, li Mûsûlê jinên êzidî hatin firotin.” 
 
JI BÎR KIRIN 
 
Parlementera HDP’î Ûcayê anî ziman ku tenê armanceke feraseta komkujer heye û got, dixwazin êzidî ji koka xwe dûr bikevin. Ûcayê got: “Armanca wan, di serî de jin û bi giştî jî civak ji koka xwe û baweriya xwe qut bibin û Şengalê vala bikin. Xwestin vê yekê di ser jinan re bikin. Xwestin jinan ji nirxên Kurdistanê dûr bixin. Xwestin êzidiyan ji nirxên kurdayetiyê jî dûr bixin. Parlementoya Ewropayê, Neteweyên yekbûyî, hêzên navdewletî, welatên Ewropayê komkujiya Şengalê qebûl kirin. Lê belê der barê çeteyên DAIŞ’ê de biryarek nedan. Belê, hat qebûlkirin lê diviyabû hesab bê pirsîn. Ji bo serlêdana li Laheyê şahidan dixwazin. Cîhan tev şahidê komkujiya Êzidiyan e. Ji ên ku wê rojê bi derfetên xwe reviyan bigirin heya yên ku DAIŞ’ê ew revandin û yên li wir giş şahid in. Ma ji bo darizandinê wêne û dîmen ne bes in? Çeteyên DAIŞ’ê li ber çavê cîhanê komkujî kirin. Lê nehatin darizandin. Dewletên Ewropayê Şengalê ji bîr kirin. Dewletên Ewropayê tenê çend hebin ji dest DAIŞ’ê reviyabûn derxistin pêş û gotin, ‘lê binêrin em xwedî li wan derdikevin’. Lê jinên din ên winda yên Şengalê ji bîr kirin.” 
 
ÇIMA ŞENGALÊ BOMBEBRAN DIKIN? 
 
Ûcayê bibîr xist ku hîn jî 3 hezar jinên êzidî di dest DAIŞ’ê de ne û got: “Mesela van jinan di sînor re derbas kirinç Malbateke tirkmen du zarokên êzidî ji Şengalê direvîne û wan tîne Qirşehîrê. Wan radestî wargehan dikin. Çima Tirkiye hesab ji wê malbatê nepirsî, çima ke snehat darizandin? Tirkiye ji Şengalê çi dixwaze? Ma êzidî hatin gef li Tirkiyeyê xwarin? Ma hatiey dîtin ku êzidî zirarek dane Tirkiyeyê?” 
 
Ûcayê diyar kir ku ev qas sal di ser komkujiyê re derbas bûne lê belê hîn jî bi sedhezaran êzidî li kampan dimînin û got: “Ev şermeke pir mezin e. Li seraserê cîhanê divê hin hewldan hebin. Ji bo Şengal ji nû ve bê avakirin, divê alîkariyê bikin. Şengal û yên Şengalê li ser piya man. Meclîsên jinan, meclîsên ciwanan ava kirin. Meclîsên parastinê ava kirin. Heger di sala 2014’an de hêzeke wê ya wekî YBŞ’ê hebûna, wê ev komkujî pêk nehatana. Cîhan xwe li korîtî, lalîtî û kerîtiyê danî. Êzidiyan ji bo Şengal ji nû ve bê avakirin xw ebi xwe birînên xwe cebirandin.” 
 
HÎN JÎ HESAB NEHATIYE PIRSÎN 
 
Ûcayê destnîşan kir ku hê jî hesabê 3’yê Tebaxê nehatiye pirsîn û got: “Di vê komkujiyê de tiliya hemû dewletan heye. Hîn jî 3’yê Tebaxê birîneke gelekî mezin e. Bi taybetî jî ji bo jinên kurd birîneke pir mezin e. Di şexsê jinên êzidî de êrîş birin ser hemû jinan. Jineke êzidî ji bo nekeve destê DAIŞ’ê -em vê yekê ji Derssimê jî dizanin- xwe di çiyayên Şengalê de davêje. Êşeke hevpar, birîneke hevpar. Loma em dixwazin di 3’yê Tebaxê de her kes vê êşê hîs bike û bibe dengê êzidiyan.” 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Dîroknas Aydin: Çîna serdest a Tirk Lozan îhlal kir

STENBOL – Nivîskar û dîroknas Erdogan Aydin, diyar kir ku Tirkiye Peymana Lozanê ji bo …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir