img

Eren Keskîn: Dixwazin bi rêbazên nijadperestiyê teşe bidin me hemûyan

STENBOL – Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, bertek nîşanî bi zorê girtina mînaka DNA’yê ya girtiya bi navê Esîn Kavrûk da û got: “Bi zorê mînaka DNA’yê girtin, weke girtina pîvana kiloxê ye. Dixwazin bi rêbazên nijadperestiyê teşe bidin me hemûyan.”

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, derbarê bi zorê testa DNA’yê kirin û bûyerên herî dawî yên li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê rû didin de, li avahiya şaxa xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna daxuyaniyê de, pankarta “Li Girtîgha Bakirkoyê tundî û îşkence heye, Esîn Kavrûk ne bi tenê ye” hat daliqandin. 
 
Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Hatîce Onaran di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Esîn Kavrûk bi hinceta parvekirinên medya civakî, di 11’ê Cotmehê de hat girtin. Kavrûk piştî hat girtin, 5’emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê biryar da ku ji Kavrûk testa DNA’yê bê girtin. Esîn vê biryarê îtîraz dike. Lê rayedarên Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê di 11’ê Mijdarê de, ji bo mînaka xwînê bigirin Kavrûk dibin Saziya Tipa Edlî (ATK). Kavrûk dayîna mînaka xwînê red dike û bijîşk jî li ser vî esasî girtekê digire. Rayedarên girtîgehê dûre li ser fermana dozger di 28’ê Mijdarê de ji bo ku bi zorê mînaka DNA’yê ji Kavrûk bigirin dikevin qawîşê.   
 
‘BI SER QAWÎŞÊ DE GIRTIN’ 
 
Onaran, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Midûrên 1’emîn û 2’yemîn ên girtîgehê, sergardiyan, hemû gardiyan û polîs ji bo mînaka DNA’yê bigirin bi ser qawîşa B-6 de digirin. Gardiyan û polîs girtiyan derp dikin, îşkenceyê li wan dikin û bi erdê re kaş dikin. Dûre Esîn Kavrûk ji nava wan derdixin û dibin. Esîn Kavrûk bi maşîneya leşkerî dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Hasekî û teslîmî polîsên Şaxa Têkoşîna Bi Terorê re dikin. Kavrûk naxwaze mîna xwînê bide û bijîşk jî vê daxwaza wê qebûl dike. Lê polîs, wê bi erdê re dirêj dikin, bi qirik û erzînka wê re digirin, esmanê devê wê diçirînin û bi zorê mînaka tifê jê digirin. Piştî ku polîs dikin, ji bo ku leşker vê berpirsiyariyê negirin ser xwe, ji bo Esîn Kavrûk ji bijîşk rapora derbê digirin.” 
 
‘NAYÊ QEBÛL KIRIN’
 
Onaran, bak kişand ser îşkenceya li girtiyan hat kirin û wiha got: “Girtî Dîlek Geçkîn, Zeynep Gerçek û Zuhal Surucu bi awayekê cîdî hatine derp kirin û rastî îşkenceya fîzîkî û zayendî hatin e. Ev pêkanîn faşîzma leşkerî ya 12’ê Îlonê tîna bîra mirovan. Ev pêkanîn nayin qebûl kirin.” 
 
‘EM Ê GILÎ BIKIN’ 
 
Parêzer Gulîzar Tunçer a piştî bûyerê girtî ziyaret kirin jî, derbarê bûyerê de wiha got: “Me nekarî em hemû raporên derbarê vê îşkenceyê de bigirin. Emê derbarê hemû berpirsan de gilî bikin. 
 
‘TENÊ FAŞÎST VÊ YEKÊ DIKIN’ 
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn a girtî ziyaret kirin jî, diyar kir ku madeyên diyar ên jinan diparêzin hene. Kesekên, bal kişand ser hevpeymana Stenbolê û wiha axivî: “Hemû awayên tundiyê yên li dijî jinan qedexe ne. Zor li jinan kirin sûce. Kesek nikare li ser navê dewletê vê yekê bike. Em hemû dibin talokeyekê dene. Di rastiyê de ev pêkanînek nijatpereste. Tenê di faşîzmê de ev yekê tê kirin. Di dema avakirina komarê de mînaka pîvanê kiloxê mirovan girtine. Niha jî testa DNA’yê digirin. Dixwazin bi rêbazên nijadperestiyê teşe bidin me hemûyan. Li gorî min ev pir talûkeye. Emê şopdarê vê bûyerê bin.”

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Li Panosê 9 kes hatin binçavkirin

AGIRÎ – Li gundên Panosê cendirmeyan bi ser gundan de girt û 9 welatî binçav …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir