img

Ekolojîst Turkay: Li dijî krîza avhewayê, çareserî îqtidarên şoreşger e

AMED – Aktivîstê ekolojiyê Koray Turkay, bal kişand ser xeteriya krîza avhewayê û diyar kir ku xelasiya cîhanê bi îqtidarên xwedî polîtîkayên şorşeger ên di çarçoveyeke sînordarkirî ya mezaxî û berxwarinê de, pêkan e. 

 
Her diçe xeteriya krîza avhewayê, ziwabûn û karesat zêde dibin. Li gor daneyên dawî yên Serwîsa Guherîna Avhewayê Copernîcûsê (C3S); Çileya 2020’an li gor çileyên berê 0.03 santîgrat bêtir germ bûye û ev hejmara di Gulana 2020’an de 0.05 santîgrat zêdetir b»ye. Her wiha asta qeşaya behrê jî di meha Îlonê de hatiye asta herî kêm. Ev yek ji bo gelek deverên cîhanê îşaret bi xetereya ziwabûnê dike. 
 
Aktivîstê ekolojiyê Koray Turkay, rewşa heyî ya krîza avhewayê û texrîbatên xwezayî yên li Tirkiyeyê nirxandin. 
 
KRÎZ JI XWE RE KIRIN FIRSEND 
 
Turkay, anî ziman ku îqtidarên Tirkiyeyê her krîzê ji xwe re dikin firsend û îqtidara heyî jî serdema pandemiyê ji xwe re kiriye firsend û di vê serdemê de êrîşên dê bibin sedema texrîbatên mezin bi destê sermayeyê pêk hatine. Turkay, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de bang li welatiyan hatiye kirin ku ji malên xwe dernekevin, lê belê pê re jî qadên xwezayî hatine talankirin û got: “Me ev yek li Çiyayên Kazê, li Fatsayê, li Saldayê dît. Herî zêde jî li her derî HES, JES û sondaj hatin çêkirin. Ji mirovan re behsa xetereya derketina derve dikin. Lê belê bi vî awayî pêşî li ber bertekan girtin. Îqtidara qesrê di dema êrîşên li ser qadên xwezayî û jiyanê de, li gor bangawaziya dimaldemayînê tevnegeriya. Heger em guh bidin van bangawaziyan, nexwe em ê bihlin ku îqtidara AKP’ê krîzê ji xwe re bike firsend.” 
 
‘QANÛN BÛN FERMANA KOMKUJIYÊ’ 
 
Turkay, anî ziman ku di nav salê de derbarê enerjî û madenan de qanûneke torbeyî li meclîsê hatiye qebûlkirin û bi vî awayî astengiyên li ner talankirina xwezayê hatine rakirin. Turkay ji bo van qanûnan bilêv kir ku “fermana komkujiyê ya xwezayê” ye û got: “Şîrket jî xwe dispêrin van qanûnan û wê di nêz de bi awayekî dijwar êrîşê bibin ser xwezayê. Di çarçoveya van qanûnan de şîrketên maden û enerjiyê li benda rapora ÇED’ê û pêvajoya hiqûqê nasekinin. Ji lewra hikûmetê bi van qanûnan dema bendemayînê ji holê rakir. Şîrket êdî dibêjin ‘ez ku derê bixwazim ez dikarim sondajê li wir bixim.’ Bi vî awayî wê li nav erdêng undayn sondajê çêbike. Êdî divê dev ji vê feraseta ‘wê dewlet li me binêre, ma bû çi îqtidar tiştekî wiha bike’ bê berdan.” 
 
‘POLÎTÎKAYA QIRKIRINÊ’ 
 
Turkay, bal kişand ser şewitandina daristanên li herêmê jî û got: “Li gor deverên din ê Tirkiyeyê, herî zêde xwezaya gelê kurd bi talankirin û polîtîkaya tunekirinê re rû bi rû ye. Li rojavayê welêt şîrketên madenê li gor pêdiviyên xwe daristanan qir dikin û pir mudaxileyî wan nayê kirin. Lê belê li cografyaya Kurdistanê ne werê ye. Daristan tên şewitandin, mirovên dixwazin agir bitefînin tên gulebarankirin. Bi daristanan re candarên linav daristanan jî tên şewitandin, wan dikin arî. Di dewletê bi hev re şer dikin jî bêwijdaniyeke bi vî rengî nakin. Yanî êrîşeke wiha nabin ser qadên sivîl û gel. Lê li vî welatî tê kirin. Ev tişta li gelê kurd û qadên wê yê jiyanê tê kirin, polîtîkayeke qirkirinê ye.” 
 
ÇOLBÛYÎN 
 
Turkay, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê herî zêde ava şîrîn li herêma Kurdistanê heye û yek ji van çavkaniyan jî Çemê Firatê ye, lê belê niha bi destên şîrketên madenê û polîtîkayên şerî tê xwestin bê tunekirin. Turkay, bilêv kir ku heger îqtidara AKP’ê bidome di nav 10 salan de dê axa Anadolê bêav bimîne. Turkay, diyar kir ku cografyaya Tirkiyeyê bi xetereyeke mezin a çolbûyînê re rû bi rû ye û got: “Îqtidara AKP-MHP’ê ji bo Tirkiyeyê senaryoya karesatekê ye. Wê Tirkiye li cîhanê bibe cihê ku xetre zûzûka belav dibe. Lewma ji bo herêma Kurdistanê û herêmên din ji vê talûkeyê xelas bibin, pêşî divê em ji vê îqtidarê xelas bibin.” 
 
‘SEDEMA KRÎZÊ ÎQTIDARÊN KAPÎTALÎST E’ 
 
Turkay, da zanîn ku du hêlên krîza avhewayê hene. Turkay, bilêv kir ku hêla ewil helandina qeşayê ye û bi vê helandinê re bilindbûna ava behrê ye û got: “Peywira qeşayê ew e ku tîrêjên rojê paş de bişîne. Lê gava ev nebe, dê germahî zêde bibe. Gava germahî zêde bibe, ev jî tê wateya mirinê. Welatên kapîtalîst ên bûne sedema vê krîzê, hay krîza avhewayê hene. Cîhan 1.5 dereceyên din jî germ bûye, ziwabûn dest pê kiriye. Sedema vê îqtidarên kapîtalîst e.” 
 
‘ÇARESERÎ ÎQTIDARÊN ŞOREŞGER E’ 
 
Turkayî ji bo hêla duyem a krîza avahewayê jî îşaret bi xetereya çolbûyînê kir û destnîşan kir ku sedema vê jî zêdebûna rêjeya karbondîoksîtê ye. Turkay, destnîşan kir ku heger mirov tiştên fosîl bi kar bînin di 10-12 salên din çolbûyîn rû bide. Turkay, destnîşan kir ku xelasiya cîhanê bi îqtidarên xwedî polîtîkayên şorşeger ên di çarçoveyeke sînordarkirî ya mezaxî û berxwarinê de, pêkan e. 
 
MA / Kadîr Guney
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Daristanên mayî yên Stenbolê jî dixin ber îmarê

STENBOL – Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê li Beykozê qadeke daristanî ya 111 metrekarî dabû ber …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir