img

Ê mala Şenyaşaran sibê jî çalakiya rûniştinê li dar bixin

RIHA – Çalakiya rûniştinê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, dê sibê li ber Edliyeya Rihayê bidome. Di êrîşa parêzvan û xizmên parlementerê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjînê Emîne Şenyaşar û 2 kurên wê jiyana xwe ji dest dabûn. 
 
Di dema hilbijartina giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên Parlementerê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz êrîş biribûn ser malbata Şenyaşaran. Di êrîşê de ji mala Şenyaşaran bav û 2 kur jiyana xwe ji dest dabûn. Ji ber vê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar bi daxwaza “edaletê” li ber Edliyaya Rihayê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. 
 
DAXWAZA WAN NEHAT QEBÛLKIRIN 
 
Şenyaşaran xwest bi dozger re hevdîtinê bikin, lê belê daxwaza wan nehat qebûlkirin. Ji ber ku Emîne Şenyaşar nerihet e, ew û kurê xwe ji ber edliyeyê çûn, lê belê sibê dê cardin bên ber edliyeyê û çalakiya xwe bidomînin. 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê: Terîd li ser hemû civakê belav bûye

ENQERE – Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê rapora der barê civîna xwe de aşkerekir. Delegasyonê anî …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir